​​​​​​​Kesekî ji Kobanê ji ber Koronavîrusê li Almanyayê jiyana xwe ji dest da

Kesekî ji bajarê Kobanê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) li bajarê Bremen ê Almanyayê jiyana xwe ji dest da.

Xalid Mihî El-Dîn Hemo (55) piştî ku bi vîrusa koronayê ketibû û 10 rojan di nexweşxaneyê de bû, duh êvarê jiyana xwe ji dest da. Hemo ji gundê Zerkotik ê rojavayê Kobanê ye û bavê 6 zarokan e, beriya 3 salan çûbû Almanyayê.

Hate zanîn ku Xalid Hemo di veguhestina pereyan de dixebitî û tevî malbata xwe di karantînayê de bû. Lê belê cîranên Hemo serdana malan wan dikir û bi rêya wan ew jî bi Koronavîrusê ket.

Ev cara yekemîn e ku kesekî ji Kobanê ji ber Koronavîrusê jiyana xwe ji dest dide.

Heta niha li bajarê Kobanê û gundên wê û li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tu kes bi Koronavîrusê neketiye û tu agahiyên der barê nexweşên din ên ji herêmê ku li derveyî welêt dijîn jî tune ne.

cx

ANHA


Mijarên Din