‘Kesên hevkarên dewleta Tirk jî divê bikevin lîsteya terorê’

Keyayê eşîra Cibûran xwest ku çeteyên bi navên"Artêşa Wetenî ya Sûrî" bikeve lîsteya terorê ya navdewletî û got: “Kesên bi dagirkeriya Tirkiyê re hevkar in, divê ew jî bikevin lîsteyê.’

Artêşa Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişan pêk tînin û di encamê de 300 hezar malbat koçber bûn û 400 kes jî hatin qetilkirin.Li ser vî esasî Rêveberiya Xweser ji koçberan re kamp li herêmên bi ewle yên weku Hesekê û bejhaiya navçeya Eyn Îsayê ava kirin. 

Artêşa Tirk û çeteyên wê di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, hewldidin nokokiyan derxin û bi vê yekê demografiya herêmê diguherin.

Keyayê eşîra Cibûran Şêx Hisên Mihemed Siltan ji ajanasa me re wiha axivî: “Em êrişên artêşa Tirk ên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê şemezar dikin. Em wekî pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryanan di çeperên şer de li gel hev in û em ê dev ji xaka xwe ya ku bi saya şehîdan hatiye rizgarkirin bernedin.”

Siltan bal kişand ser girîngiya hevgirtina eşîran li dijî êrişên Tirkiyê û wiha pê de çû: “Ji bo ku em bigihêjin yekîtiyekî, divê hevgirtina me xurt be û em parastina mafên xwe bikin.”

Siltan bal kişand ser armancan artêşa Tirk û çeteyên wê yên ji DAIŞ û Cebhet El-Nusra hatine berhevkirin û got: “Dewleta Tirk dixwaze nakokiyan di navbera eşîrên herêmê de derxîne û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qir bike.”

Siltan got: “Em ban dikin ku çeteyên"Artêşa Wetenî ya Sûrî" bikevin di lîsteya terorê ya navdewletî de. Divê kesên bi dewleta Tirkiyê re hevkar in ew jî bikevin lîsteya terorê. Ji ber teror mal û milkên cîhanê desteser dikin, isbata wê jî rewşa Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ne.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din