Kesên ku di serdema Osmaniyan de jiyane: Em Osmaniya nû napejirînin

Temenmezinên kantona Girê Spî yên ku di serdema Osmanî de jiyane, got ew tiştên ku Osmaniyan anîn serê dapîr û bapîrên wan, ji bîr nakin û Osmaniya nû li herêmê qebûl nakin.

Osmaniyan bi sedên salan herêmên Rojhilata Navîn, di nav de Sûriye, dagir kiribûn û li dijî gelên herêmê siyasetên qirkirin, pişaftin û parçekirinê ferz kiribûn. Neviyên Osmaniyan bi serkêşiya hikumeta AKP‘ê ku niha hin deverên Bakurê Sûriyê dagir kirine, heman kiryaran pêk tînin.

Wek Ajansa Nûçeyan a Hawarê me bi du kesên bi temenmezin ên kantona Girê Spî re ku di serdema dawîn a Osmaniyan de jiyane, hevdîtin kir. Her du kesan qala hovîtiya Osmaniyan kir ku bi çavê xwe dîtine.

Mustefa Mihemed Hemîd, dibêje ku 128 salî ye, lê di nasnameyê de sala jidayikbûnê 1905 hatiye qeydkirin. Hemîd ji gundê Şubeyê ye, tenduristiya wî baş e û bîra wî xurt e û bêyî alîkariyê ji kesî bixwaze, dikare pêwîstiyên xwe bi cih bîne.

Di hevdîtinê de gelek gotinên cuda digotin ku me nedikarî jê fehm bikira, ji ber ku di axaftinên wî de gotinên osmanî, fransî û îngilîzî, li gel zimanê dayikê yên erebî hebûn. Neviyê wî gotinên me fehm nedikirin, ji me re îzah kirin.

Hemîd di bin zilma mêtingerên Sûriyê de rastî rewşên dijwar tê, dibêje serdemên herî dijwar ku lê rast hatiye, serdema desthilatdariya Osmanî û Fransayê bû û wiha tîne ziman: "Di serdema Osmaniya  de zilm li me dihat kirin. Kesên li gorî qanûnên Osmaniyan tev nedigeriyan, aqûbeta wan xazûq bû, mal û rûmeta wan, destdirêjî lê dihat kirin."

Hemîd tîne ziman ku di dema hikmê Osmaniyan de birçîbûn belav bûbû û rûmeta şêniyên herêmê binpê dikirin.

Hemîd her wiha dibêje ew ku ew li bajarê Urfa (Riha) dima, lê ji ber kiryarên Osmanî ber bi herêma Silûkê ve reviyan ku wê demê di bin serweriya Erebên koçer de bû û ji aliyê Michem Îbn Mihêd ve dihat birêvebirin.

Mustefa Mihemed Hemîd hikmê Osmaniyan dişibîne "hikmê Ferûn" û wiha tîne ziman: "Em wek alavên Osmanî bûn, wekî koleyên wan bûn, bi roj û bi şev em dixebitîn da ku pariya xwarinê peyda bikin. Heqaret li me dikirin û dest dirêjî rûmeta me dikirin. Osmaniyan Ermen, Ereb û Kurd kuştin, ji ber wê em ji ber wan reviyan."

Hemîd dibêje ew niha li herêmê bi ewle dijîn û qebûl nakin ku zilma Osmaniyên Tirk dîsa vegere.

Demek beriya niha ajansa me raporek li ser jiyana Mustefa Hemîd amade kiribû.

Her wiha me hevpeyvînek bi Icêl El-Erîf El-Elî yê 115 salî ji gundê Himêra yê Girê Spî re jî çêkir.

Icêl dibêje: "Me li Sûriyê çavê xwe vekir û em li vir mezin bûn, me ji xêra vir xwar û em pê ve hatin girêdan. Tu kes nikare saetekê me ji vir dûr bixe. Em ê çima ji welatê xwe derkevin. Em ê çawa qebûl bikin ku dewleteke cîran were hikmê me bike. Em destwerdana Tirkiyê di xaka Sûriyê de red dikin."

Îcêl her wiha tîne ziman ku ew kirinên Osmaniyan ên der heqê Ermen, Ereb û Kurdan de ji bîr nakin û ev tişt got: "Osmanî nayên guhertin, serokê Tirkiyê Erdogan neviyê Osmaniyan e, dê siyasetên qirkirinê li ser gelê herêmê bimeşîne."

Icêl axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em li herêma xwe di nava ewlehî û aramiyê de ne û em destwerdana Tirkiyê tu carî ne bi hêzê û ne jî bi nermbûnê napejirînin."

(bb)

ANHA


Mijarên Din