Kesên nenas şêxê êla El-Bûesaf kuştin

Vê sibehê, şêxê êla El-Bûesaf Ubeyd Xelîl Xelef El-Hesan li mala wî ya li bajarokê El-Elî Baceliyê kuştî hate dîtin.

 

Şêxê êla El-Bûesaf Ubeyd Xelîl El-Hesan ji hêla kesên nenas ve li mala wî ya li bajarokê El-Elî Baceliyê yê li kantona Girê Spî hat kuştin. El-Hesan di serî û qirika xwe de gule xwaribû û tê payîn ku bi çeka kilaşînkof hatiye kuştin.

Der barê bûyerê de, Buroya Têkoşîna Sûcên Rêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Girê Spî dest bi lêkolînê kir.

(fr/kc)

ANHA

 


Mijarên Din