‘Kesên tev li konferansa yekitiya refa kurdî nebin, bazirganên doza kurdî ne’

Kolana kurdî hêviyên mezin di konferansa yekitiya refa kurdî de ku dê di vê mehê de li dar bikeve, dibînin û her wiha kesên ku di konferansa yekitiya refa kurdî de amade nebin, bi bazirganên doza kurdî bi nav kirin.

Di çarçoveya însiyatifa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava û piştî xebata 7 mehan a lidarxistina civînên dewrî, zêdekirina partî û blokên siyasî yên kurdî û saziyên civaka sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, 28 partî û blokên siyasî biryara lidarxistina konferansa kurdî- kurdî ku tevahî aliyên siyasî yên kurdî li hev kom dikin, da.

Di warê nêrîn û hêviyên kolana kurdî li ser konferansa kurdî-kurdî ya yekitiya ref û xîtaba kurdî de, ajansa ANHA’yê nêrînên hin şêniyên Kurd ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtin. Tevahî nêrîn der barê pêwîstiya yekitiya refa siyasî ya kurdî û partiyên siyasî yên nakok de bûn.

Hediye Şeket Elî ji navçeya Mabeta ya girêdayî kantona Efrînê ya Bakurê Sûriyê ku bi sedema dewleta dagirker a Tirk di 2018’an de neçar maye ji warê xwe derkeve, der heqê hêviyên ji konferanasa kurdî-kurdî de wiha got: "Bi hêvî û xwestek im ku ev konferans di leztirîn dem de li dar bikeve ku dê bi wê re jî rola zûtirîn a derxistina dijmin ji herêmên kurdî, bilîze. Ji ber yekitî hêz e. Kesek jî nikare vê hêzê û vîna gelê hevgirtî bişkîne. Her wiha jî hêvîdar im ku encamnemaya konfersa bi xîtabeke siyasî ya kurdî ya yek derkeve ku li hember dijminên kurdan bisekine."

Partî û blokên siyasî û civakî di nava însiyatîfa KNK’ê-Rojava de civîna xwe di 8’ê Tebaxê de bi biryara lidarxistina konferansa yekitiya refa kurdî  bi dawî kir. Di civînê de komîteyek ji 8 kesan da ku amadekariyên guncaw pêk bînin û  li ser rêziknameya konferansê erê bikin, hat avakirin.

Li aliyekî dîtir jî ciwanê bi navê Kanîwar Ehmed ji şêniyê bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, bal kişand ser pêwîstiya yekitiya refa kurdî di vê pêvajoya nazik de û diyar kir: "Lidarxistina civînên berfireh dê bibe çareseriya pirsgirêkên di nava partiyan de."

Ehmed li ser hêviyên xwe wiha anî ziman: "Hêvîdar im yekitiya partiyên siyasî yên kurdî pêk bê. Ji ber gel tu aliyekî kurdî ku dê bibe sedema ferq û cudatiyê, naborîne." Li rexê jî Ehmed wiha lê zêde kir: "Yekitiya partiyên siyasî yên kurdî tê wateya yekitiya gel û bi wê re jî serkeftina li dijî dijmin misoger e û cudatiya refa kurdê dê bibe serkeftina dijmin û têkbirina gelê Kurd."

Bi armanca pêkanîna yekitiya neteweyîya kurdî da ku li hember xeteriyên ku gefan li hebûna gelê kurdî yên li Rojava dixwin, komîteyek ji 5 endaman ji KNK’ê-Rojava hat avakirin. Erka komîteyê jî têkiliya gihandina patiyên siyasî yên kurdî ye. Hê jî ew komîte der barê serdanên partiyên ENKS’ê ya ku vê însiyatîfê red dike, berdewam e.

Şêniya bi navê Şerîfe Xelef ji bajarê Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ye nêrîna xwe der barê konferansa ku dê di demeke nêz de li dar bikeve de aşkere kir û wiha got: "Ev konferans girîng e. Pariya ku beşdarîf van civînan nebe, partiya xayînê doza kurdî ye, bazirganiya li ser dozê dike û ne parêzvan e."

Berdevkê têkiliyên bi partiyên siyasî re Dîlawer Zenkî di demeke berê de ji ajansa ANHA’yê ragihandibû: "Di zûtirîn dem de dê ji gelê kurd re mizgîniya lidarxistina konferansê ku 28 partî û blokên siyasî yên kurdî yên Rojava tê de ne, ragihînin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din