‘Keştiya ‘Adrian Darya 1’ barê xwe veguhast keştiyeke din’

Raporên medyaya Amerîkayê gumanên xwe der barê keştiya Îranê ‘Adrian Darya 1’ de anîn ziman ku barê xwe xistiye keştiyeke din da ku radestî Sûriyê bike.

Keştiya ‘Adrian Daria 1’ roja duşemê sîstema xwe ya şopandinê zêdetirî 13 saetan girtibû, ji ber vê yekê jî careke din gumanên der barê çarenûsa barê keştiyê de zêde bûn.

Berê jî malpera ‘marinetraffic.com’ ku keştiyan dişopîne, diyar kir keştî ku li berava Lubnanê ber bi bendera Tartûsê ya Sûriyê ve diçû.

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo diyar kir ku dê keştî biçe Tartûsê da ku 2,1 milyon bermîl petrola Îranê bi nirxê 130 milyon dolarî vala bike.

Der barê mijarê de Richard Malinson şîrovekarê jeopolîtîk ê şîrketa Energy Aspects got tekane welatê li herêma Deryayê Spî dê amade be da ku bar pêşwazî bike, Sûriye ye ku Îranê soz da neçe wir.

Her wiha malpera Bloomberg eşkere kir ku senaryoya herî xuya ku Adrian Darya 1 dê barê xwe bixe keştiyeke biçûk a Îranê li rojhilatê Deryayê Spî, bi armanca radestkirina li Sûriyê.

Adrian Darya 1 ku berê navê wê ‘Grace 1’ bû, piştî ku 5 hefteyan li Cebel Tariq hatibû girtin, ji ber ku cezayên Yekitiya Ewropayê (YE) binpê kirin ku petrola Îranê dibe Sûriyê.

Di berdana keştiyê de, dadgeha DYA’yê ferman da ku ji bo sedemên cuda bigire, lê hikumeta Cebel Tariq ew yek red kir.

Tehranê jî got çi tevger ji aliyê DYA’yê ve di girtina keştiyê de hebin dê encamên nebaş bi xwe re bîne.

(jo)


Mijarên Din