Keştiya petrolê ya Îranê ji bo çûyînê amade ye

Piştî ku hikumeta Brîtanyayê li Deryaya Navîn biryar da ku keştiya petrolê ya Îranê ku li Cebel Tariq girtî bû berde, keştî xwe amade dike ku biçe.

Serokwezîrê hikumeta Cebel Tariq Fabian Picardo got rê ji keştiya petrolê ya Îranê re vekirî ye da ku biçe.

Reutersê ragihand ku Fabian Picardo tekez kiriye ku dadgeha giştî li Cebel Tariq dê li her cure hewldanên Amerîkayê ji bo qedexekirina keştiya "Grace 1" lêkolîn bike, her wiha texmîn nake ku keştî li Sûriyê raweste.

Li aliyekî din, televîzyona fermî ya Îranê diyar kir ku keştiya petrolê ya Îranê "Grace 1" aleke nû bilind dike û tê amadekirin ku biçe Deryaya Spî, piştî ku Cebel Tariq biryara berdana wê da.

Televîzyonê li ser zimanê Celîl Îslamî cîgirê gerînendeyê saziya beravê ya Îranê wiha ragihand: "Li ser daxwaza El-Malik dê keştiya petrolê ber bi Deryaya Spî ve biçe, piştî ku di bin ala Îranê de hate tomarkirin û navê wê bû Adrian Daria ji bo amadekariya çûyînê."

Hikumeta Cebel Tariq a girêdayî Brîtanyayê li Deryaya Spî duh biryar da ku keştiyê berde, lê dema berdana wê yan jî çûyîna wê diyar nekir, piştî ku DYA`yê di kêliyên dawî de daxwaza girtina keştiyê da.

Hêzên deryayî yên Birîtanyayê di Tîrmehê de keştiya petrolê li Cebel Tariq bi tawana ku petrolê dibe Sûriyê girt ku ev yek cezayên Yekitiya Ewropayê yên li ser rejîma Sûriyê binpê dike.

(jo)


Mijarên Din