Keştiya Îranê rêgeha xwe dîsa guherand

Îro keştiya Îranê ‘Adrian Darya 1’ rêgeha xwe dîsa guherand û dibe ku ber bi bendera Lîwaa Îskenderon a dagirkirî ve biçe.

Ajansa AP ragihand ku tîma keştiya bi navê Adrian Darya (berê nave wê Grace 1 bû) îro rêgeha xwe ber bi Îskenderonê ve guherand.

Tevî vê yekê dergevan dikarin sîstema pênasekirinê derbas bikin û dibe ku Tirkiye ne rêgeha wê ya rast be.

Hatibû diyarkirin ku keştî dê ber bi Mêrsîna Tirkiyê ve biçe û barê xwe li wir vala bike.

Adrian Darya 1 beriya çend hefteyan li Cebel Tariq piştî ku desthilatê bi fikara binpêkirina cezayên Yekitiya Ewropayê yên li ser hinardeya petrolê ji Sûriyê re hatibû girtin, di milekî din de DYA`yê muzekereya cezaya keştiyê ragihand û dewletên din jî hişyar kirin.

Duşema borî Desteya Televîzyon û Radyoyê ya Îranê li ser zimanê berdevkê hikumetê ragihand ku Tehranê petrola barkirî firotiye û dê bikir rêgeha wê diyar bike. Berdevk nasnameya bikir diyar nekiribû.

(eh)


Mijarên Din