Keştiya şer a Îranê êrişî keştiyek din kir, kuştî û birîndar hene

Li nêzî bendava Cask ya dikeve Başûrê Îranê, keştiyek Îranê bi mûşeken keştiyek din a deryayî ya Îranê kir armanc. Di encamê de bi kêmanî 18 endamên hêzên deryayî hatin kuştin

Duh êvarî di dema perwerdekirina hêzên deryayî yên Îranê de, li nêzî bendava Cask ya dikeve Başûrê Îranê, keştiyek Îranê bi mûşekan keştiyek dan a Îranê kir hedef.

Li gorî çavkaniyên herêmî, keştiya şer bi navê Cemaran, keştiya din ya bi navê Kunarek kiriye armanc. Li gorî heman çavkaniyan, 40 kes di keştiya Kunarek de hebûn. Tê gotin ku bi kêmanî 18 endamên hêzên deryayî yên Îranê hatine kuştin û 20 jî birîndar bûne.

Îro danê sibê hêzên deryayî yên Îranê bûyera pêkhatî piştrast kir.

Lê îdîa kir  ku tenê kesek di keştiya Kunarek de hatiye kuştin û hinek kes jî birîndar bûne.


Mijarên Din