Keştiyek cengî ya Tirkiyê rojavayê Trablusê topbaran kir

Berdevkê fermî yê Artêşa Niştîmanî ya Lîbya lîwa Ehmed El-Mismarî got keştiyek Tirkiyê herêma El-Ecîlan a rojavayê paytexta Lîbya Trablusê topbaran kir.

Ehmed El-Mismarî bi rêya nameyê got: "Di çarçoveya operasyoneke leşkerî xeter li rojavayê welêt de, keştiyek cengî ya Tirkiyê ji deryayê bi moşekan êrişî herêma El-Ecîlat kir. Lê tu windahî çênebûn."

El-Mismarî diyar kir, ku mudexeya hêzê Tirkiyê yên deryayî domdar e. Berê li rex keştiyên cengê, keştiyê barkirina çek, amûrên leşkerî û terorîst û çeteyên Sûriyê  dianîn Lîbyayê.

(şx)

 


Mijarên Din