Kevana Zêrîn çalakiyên bîranîna têkoşer Mizgîn didomîne

Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê çalakiyên bîranîna têkoşer Mizgîn `Bi çanda rast û hunera azad Efrînê rizgar bikin` di roje duyem de didomîne .

Îro Tevgera Kevana Zêrîn bi tevlibûna bi dehan şêniyan çalakiyek li kampa Serdemê lidar xist. Li cihê çalakiyê wêneyên têkoşer Mizgîn û pankartên bi nivîsên `Şehîdên me ew soza rumet û mirovahiyê ne û xeta me ber bi serkeftinê ve tekez e` hatin daliqandin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, paşê endama Meclisa Malbatên şehîdan Asya Ebdo û endama rêveber a Tevgera Kevana Zêrîn Newroz Silêman axivîne. Di axaftinan de şehîd Mizgîn hat bi bîranîn û soza şopandina rêya şehîdan û parastina mîraseya çandî û destkeftiyên şehîdan dan.

Piştre Koma Şehîd Avesta stranên şoreşgerî gotin.

Endamên rêveber ê beşa Şano ya Tevgera Kevana Zêrîn Zeyneb Mihemed û Bêrîvan Dodix şanoyek girêdayî azar û zulma li ser gelê gelê Kurd ji ber siyasetên pergalên mêtînger û berxwedana gelê Kurd li hemberî wê pêkêş kirin.

Piştî şanoyê hunermend Denîz Ibrahîm stranên şoreşgerî gotin.

Di dawiya şahiyê de Koma Çiyayê Kurmênc beşek ji dîlanên gelêrî yên Efrînê pêşendan.

(şx)
ANHA


Mijarên Din