Kevana Zêrîn hunermend Mizgîn bibîr anî

Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê hunermend Mizgîn di salvegera şehadeta wê ya 27‘an de bibîr anî.

Merasîmê bîranînê li Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê bi dirûşmeya "Bi çanda rast û hunera azad Efrînê rizgar bikin" hat lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîma ku bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir de Rêvebera Tevgera Kevana Zêrîn Mizgîn Tolaq û endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrînê Fatima Silêman axivîn. Di axaftinan de kurtejiyana têkoşer Mizgîn hate vegotin. Hate gotin ku "Hozan Mizgîn di sala 1962‘an li Batmanê jidayik bû, di sala di 1985‘an de tevlî têkoşîna rizgariya Kurdistanê bû, ji Kurdistanê re stra û di sala 1992‘an de şehîd bû."

Kesên axivîn, girîngiya beşdarbûna jinan di xabatên çandê de destnîşan kirin û gotin, "Çand nasname ye, divê jin rola xwe ya pêşeng di warê çand û hunerê de bi cih bîne."

Piştî axaftinan Koma Şehîd Heyfa ya Tevgera Kevana Zêrên stranên şoreşgerî gotin. Kona Şehîd Heyfa ya jinên ciwan a Tevgera Kevana Zêrîn û Koma Şehîd Xunav a Zarokan dîlanên folklorî pêşkêş kirin.

ANHA


Mijarên Din