Kevintirîn wênegirê Efrînê

Yekem car amûra wênegirtinê di sala 1964`an de dibîne. Wêneyek pê dikişîne û ew dibe destpêka wî bi vê amûrê re. Niha bûye ji kevntirîn wênekêşê Efrînê.

Sabrî Hesen di sala 1950`î de li gundê Aşka Xerbî yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê hatiye dinê. Hesen yekem wênekêşê Efrînê ye.

RÊWÎTIYA SABRÎ HESEN DI PÎŞEYA WÊNEGIRTINÊ DE

Sabrî Hesen di sala 1964`an de diçe Lubnanê û di 14 saliya xwe de ji bo ku alîkariya malbatê bike li wir kar dike.

Li bajarê Beyrûtê di karên cuda de kar dike. Piştî derbasbûna mehekê, diçe di nav kolanên bajêr de digere û berava wê dibîne. Li ber beravê amûrek di destê du kesan de dibîne ku tu carî nedîtiye.

Hesen xwe bi wan dide naskirin û pirsa amûrê dike. Bi vê yekê zanî ku ew amûra wênegirtinê ye. Ji wan dixwaze jêre wêneyekê li ber beravê bigirin. Ew wêne dibe destpêka pîşeya wî.

Ji ber hezkirina amûrê Hesen dixwaze pîşeya wênegirtinê fêr bibe. Ji ber wê li Beyrûtê di stûdyoya Kemal li cem kesekî ji bajarê Mêrdînê ji bakurê Kurdistanê bi navê Kemal kar dike.

Sabrî piştî 5 salan di vê pîşeyê de dibe pispor. Piştre bi alîkariya mamosteyê xwe Kemal li ser hesabê xwe yê kesayetî li qada Şehîdan li navenda Beyrûtê stûdyoyek bi navê Opera vedike. Hesen heta destpêka sala 1972`yan de tê de kar dike. Piştre ji hêla istixbarata Sûriyê ya derve ji ber ku tev li leşkeriya neçarî ya Sûriyê nebûye tê girtin.

Hesen di leşkeriya neçarî de tevlî şerê Tişrînê dibe. Piştî 5 salan vedigere navçeya Cindirêsê, dizewice û carek din dest bi pîşeya wênegirtinê dike. Ji ber rewşên aborî yên dijwar neçar dimîne biçe bajarê Helebê. Lê dîsa di salên 80’yî de ji ber rewşên emnî vedigere Cinidirêsê.

Têkildarî amûrên wênegirtinê yên ku di wê demê de dihatin bikaranîn Hesen got: "Di sala 1960`an de wênekêşa ji cureya Falkland dihat bikaranîn, di vê dawiyê de Zint a çêkera Rûsya derket."

Bi demê re Hesen kamîreya vîdyo û wênegirtinê di şahî û dewatan de bikar tîne.

RÊBER ABDULLAH OCALAN ÇI JI SABRÎ HESEN RE GOT

Hesen du caran Rêber Abdullah Ocalan li kampa Lubnanê û li Helebê sala 1991`an dibîne. Hesen dibêje Rêber Abdullah Ocalan, di çarçoveya danûstandina civakî de giringî dida amûra wênegirtinê.

KURÊ WÎ QAZIQLÎ HESEN PÎŞEYA WÎ TEMAM DIKE

Sabrî Hesen di sala 2007`an de tê girtin ji ber wê nikare pîşeya xwe temam bike. Pîşeya xwe vediguhêzîne kurê xwe yê mezin Qaziqlî  û jê re stûdyoyek li navenda navçeya Cindirêsê vedike.

Piştî êrşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê Sabrî Hesen neçar ma mîna bi sedhezaran şêniyên Efrînê ji warên xwe koçber bibe. Niha li navçeya Til Rifetê ya girêdayî kantona Şehbayê dimîne û di komîteya lihevanînê ya girêdayî komînê de cih digire.

(şx)

ANHA


Mijarên Din