Kevneşopiyeke dîrokî: Qehweya tehl

Kevneşopên civakî, bi demê re bi gel re dibin yek û wateyeke sosyolojîk di nava xwe de dihewînin. Qehwe, di nava jiyana rojane de ji bo hin kesan wekî vexwarineke rojane tê dîtin, lê ji bo hin civakan wateya wê jiyandina kevneşopên çandî yên dîrokî ye.

Civak û hin kom di nava herîkîna dirokê de bi awayekî xweser hin kevneşopên xwe yên çandî wekî amûrên parastina xweseriya hebûna xwe didin jiyandin. Ji ber wê jî bi qasî ku kevneşop ji bo civakan hevpariya cewher û şekl be, ew qas jî şiklê jiyanê ye.

Kurd û Erebên ku nûneriya piraniya gelên Rojhilata Navîn dikin, kevneşopên xwe yên çandî wekî rîtuelan heta roja me ya îro anîne.  Ji van kevneşopên çandî yek jî îkramkirina qehweya tehl e.

Qehweya tehl di çanda Ereban de wekî ‘mirra’ tê binavkirin. Mirra anku qehweya tehl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava Kurd û Ereban de xwedî rîtuelên cuda yên wekî ji hêrandinê heta qelandin, pijandin û heta îkramkirinê xwedî hin cudahiyan e.

Li navçeya Girê Spî ku Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmen lê dijîn, li her mala ku me tasek av lê vexwar, piştî wê qehwe ji bo me hat îkramkirin.

Pijandina qehweyê ji dîrokê ve xwedî kevneşopekê ye. Dema ku bê pijandin, divê di cezweya sifir de bê pijandin da ku neşewite.

Her wiha qehweya tehl di hundirê amûrekê te hêrandin ku ji dara gûzê hatiye çêkirin.  

Çima navê ‘qehweya tehl’?

Li navçeyê em li bersiva pirsa “navê wê ji bo çi qehweya tehl anku mirra ye?” geriyan. Şêniyên navçeyê diyar kir ku ‘rastî û tehlbûna wekî sebrê’ ye. Mixabin sebr, rastî û heqîqet jî êşê dide mirovan. Dema ku mirovek rastî pirsgirêkekê tê anku dema bi tena serê xwe dimîne, hêvî dike ku li hemberî van tiştan bi sebr be. Sebrkirin êşê dide wî kesî.  Ji ber wê yekî baweriya tehma qehweya tehl a ku di ezmanê mirov de dihêle ji jiyanê ne qut e, serdest e.

Di civakên ku qehwe tê îkramkirin de çîrok tên gotin û helbest tên xwendin. Di hêrandin û pijandina qehweyê de kêfxweşiyek efsûnî heye. Dema ku qehwe tê hêrandin mirov ji bilî kirina karekê xwe di nava guhdarkirina mûzîka bi enstrumanên cuda de hîs dike. Her tevgerek hêrandinê wekî hevalbendbûna rîtmek stranekê ye.

Aliyên baş ên qehweyê

Qehweya tehl di nava civakê de dorhêlek komunal û civakî jî diafirîne. Pijandina qehweyê ya di demên cuda de bêhna wê ya xweş di hemû odeyên malê de belav dibe. Îkramkirina qehweya tehl a duyemîn jî di dema esir de bi navê ‘medafa’ li odeya mêvanan tê vexwarin.

Qehwekar ji bo çi ker û bê ziman e?

Kesê ku qehweya tehl îkramî mêvanan dike û naaxive jî parçeyek kevneşopiya qehweyê ye. Dema kesê ku li odeya mêvanan ku bi erebî wekî ‘medafa’ tê binavkirin qehweyê belav dike û mijarên girîng lê tên nirxandin wekî ku ew tiştekî nabîhize û napeyive tev digere.  Ev yek di heman demê de nîşandayîna rêzê ye jî.

Qehweya tehl anku mirra bi qasî gulpekê berî fîncanê tê dayîn û vexwarin.  Ew jî bi qasî ku tehma tehl bide ezmanê mirov ku hest û hîssên mirovan bixwe tevgerê ye.

Qehweya ku di cezweyê de tê pijandin pêşî xwediyê malê vedixwe

Di warê vexwarina qehweyê de jî hin pîvanên ku bûne kevneşopî hene. Dema ku qehwe li malekê tê pijandin berî herkesi xwediyê malê vê qehweyê vedixwe. Ev yek ji bo dayîna baweriyê ya bo mêvanan e. Mêvanê ku qehweyê vedixwe divê fincana xwe daneyne jêr, dema ku deyne ev yek wekî bêrêziya li hemberî xwediyê malê tê nirxandin û xeyidandin çêdibe. Ji bo ew kesê fîncanê daniye xware xwe efû bike, divê hemû mêvanan dawetî mala xwe bike û ji bo wan mîhekê serjê bike.

Şêxê Eşîreta Henada ya li Girê Spî  Ibrahîm El-Îsa dibêje ku ew qehweya tehl li odeya bi navê ‘medafa’ li mêvanên xwe belav dikin.

Ibrahîm El-Îsayê ku bi cezweyên kahweyê li serê koşeya mala xwe rûniştiye û hewaya çandî û dîrokî dide dora xwe bi gotina “ Bi hin cezweyên ku temennê wan 100 sal hene û ji bav û kalên me mane û em hêj  ji bo mêvanan di hundirê wan de mirrayê dipijînin” dide nîşandan ku ew li çanda xwe ya sedan salan xwedî derdikeve. 

Di dawet û şînan de îkrama mirrayê

El Îsa dazanîn ku ew di şadî û şînan de qehweyê îkramî mêvanan dikin û wiha axivî: “Dema ku mirov tên wekî xêrhatinê li mêvanan qehweya tehl tê belavkirin. Bi vê îkramê ji bo hatina mêvanan kêfxweşî tê nîşandan. Mêvanê ku carekê qehweyê vexwe ger bixwaze carek din venexwe fîncanê kil (sallamak) dike ku ew jî nîşaneya ez carek din venaxwime. Mêvan ger fîncanê kil neke fîncana wî carek din tê tijîkirin. Ew kes heta ku fîncana xwe kil bike dikare qehweya tehl vexwe. Her wiha dema ku qehwe bê îkramkirin divê mêvan fîncanê bi destê xwe yê rastê bigire.”

Mêvanê ku tê malê beriya ku qehweyê vexwe tasek av vedixwe, ger piştî qehweyê av bê vexwarin ev tê çi wateyê?

El Îsa têkildarî vexwarina rêbazên qehweyê de jî wiha dibêje: “Dema ku mirov tê mêvaniyê ji bo kesê betiliye av tê îkramkirin. Ger mêvan piştî îkramkirina qehweyê avê vexwe ev yek weki qehwe nehatiye ecibandin tê nirxandin û ev yek li xwediyê malê wekî heqaretê tê hesibandin. Her wiha vexwarina avê dide nîşandan ku ew kes dixwaze tehma qehweyê ji ezimanê devê wî biçe.”

Li Rojhilata Navîn piştevanî û alîkarî civakan bihev girêdide. Ji bo daxwaza alîkariyê ya ji pêşengê civakê jî hin şert hene. Çawa ku mirov girêke biavêje çefiya Şêxê eşîretê wekî daxwaza xwestina alîkariyê be, bi şekla vexwarina qehweyê jî daxwaza alîkariyê mirov dikare bîne zimên.

El Îsa, derbarê daxwaza alîkariya bi vexwerina qehweyê jî wiha rave dike: “Dema ku mêvan qehweya ku ji bo wî tê îkramkirin venexwe û deyne erdê ev yek dide xwiyakirin ku daxwazek wî ji xwediyê malê heye. Xwediyê malê ji mêvan dixwaze ku qehweya xwe vexwe, lê mêvan dibêje ku daxwazek wî heye ku hêvî dike piştî ev daxwaza wî pêk bê qehweyê vexwe. Xwediyê malê ku baweriya xwe bi mêvan tîne dibêje qehweyê vexwe daxwaze te çibe bila tu zanibî ku dê bicih bê.”

Mêvanê ku tê malê, piştî ku daxwaza xwe ji xwediyê malbatê re dibêje û soza ku dê daxwaza wî bicih bê tê dayîn, piştî ku qehweyê vexwe û daxwaza wî bicih neyê ev yek din ava eşîretê de tiştek gelek şerm e. Xwediyê malê anku Şêx di nava qebîle û eşîretê de biçûk dikeve. Ji bo tiştek wiha pêk neye xwediyê malê bi bêçaretî bi hemû derfetên xwe hewldide daxwaza mêvan bicih bîne. Ev yek ji bo xwediyê malê rûmet e û hem jî ji bo jiyandina çanda hezaran salan û berpirsiyarî bûnê ye.

ANHA


Mijarên Din