Kêfxweşiya cejnê li ser rûyê zarokan û hêviyên parastina ewlehiya herêmê

Kêfxweşiya cejnê derbasî dilê mezinan û zarokan dibe. Şêniyên Qamişlo hêvî kir ku ewlehî li herêmê mayînde bibe û bang li pêkhateyên herêmê kir ku parastina ewlehiyê bikin.

Piştî ku şêniyên bajarê Qamişlo nimêja cejnê li mizgeftan kir û serdana goristanên şehîdan kir, da ku cejna hev pîroz bikin, zarok bi cilên xwe yên nû li kolanên bajêr digerin û li deriyan dixin da ku şekiran berhev bikin.

Ji xweşiktirîn nîşaneyên cejnê û adetên wê ku hîna şêniyên herêma Cizîrê parastina wê dikin, her sibeha cejna hev pîroz dikin, zarok sibehan zû şiyar dibin, di tûrên şekir radikin û li malên cîranan digerin.

Kêfxweşiya cejnê derbasî dilê mezinan û biçûkan dibe. Şêniyên bajarê Qamişlo jî hêvî kir ku ewlehî li herêmê bi cih bibe û bang li hemû pêkhateyên herêmê kirin ku parastina ewlehiya herêmên xwe bikin.

ANHA

 

 


Mijarên Din