Kilîta çareseriya aloziya Sûriyê di destê Ocalan de ye

Rewşenbîrên jin ên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kir ku fikrên Ocalan kilîta tekane ya çareseriya aloziya Sûriyê ye bi taybet û Rojhilata Navîn bi giştî. Her wiha destnîşan kirin ku Ocalan banga jiyana hevpar di navbera tevahiya pêkhateyan de bê cudahî dike.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 22`yê Gulanê de bi muwekîlê xwe re hevdîtinek pêk anî. Parêzeran diyar kir ku Ocalan xwest çalakiyên grevên birçîbûnê bi dawî bibin ji ber ku gihaştin armancên xwe. Parêzeran bi bîr xist ku Ocalan destnîşan kiriye ku dê roleke erênî di çareseriya aloziya Sûriyê de eger şert jê re hatin peydakirin, bilîze.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê şaxê Qamişlo Huda Seidûn Şêxmûs diyar kir ku projeya neteweya demokratîk ku Ocalan banga wê dike, projeya aştî û ewlehiyê ye. Her wiha banga çareserkirina tevahiya aloziyan bi awayekî aştiyane dike û her gelek mafên xwe yên rewa bi dest bixe, ev proje bidawîbûna şer armanc dike.

Huda tekez kir ku fikrên Ocalan kilîta tekane ya çareseriya aloziya Sûriyê bi taybet û Rojhilata Navîn bi giştî ye û got: "Ji ber ku proje banga jiyana hevpar di navbera tevahiya pêkhateyan de bê cudahî dike. Ew wek tevneke hevpar e û tabloya mozayîkê ava dike, her kesek ên din temam dike."

Huda destnîşan kir ku fikrên Ocalan dûrî berjewendiyên navdewletî ye û îsbata wê ya herî mezin, komploya ku der heqê wî de hatiye plankirin û tecrîda ku lê hatiye ferzkirin e. Ev hemû da ku rê li pêşiya fikrê wî bigirin, pêk anîn. Ocalan bi fikrên xwe avakirina civakeke giştî dûrî zilm û desthilatê armanc dike. 

Ji aliyê xwe ve hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Leyla Ibrahîm diyar kir ku Ocalan dikare roleke erênî di çareseriya aloziya Sûriyê de bilîze. Ji ber wê divê fikr û felsefeya wî were bicihkirin, ne civînên Astana û Cinevê yên ku aloziya Sûriyê roj bi roj girêktir kirine.

(şx)

ANHA


Mijarên Din