Kim û Trump îro dê li herêma “bê çek” bicivin

Dê îro serokê Korya Bakur Kim John-un û serokê DYA’yê Donald Trump li herêma bê çek a di navbera her du parçeyên nîvgirava  Korya de li hev bicivin.

Li gor berpirsê di Koşka Spî de û serokê Korya Başûr Moon Jae-en, serokê North Korya Kim John-un erê kiriye ku bi serokê DYA’yê Donald Trump re li herêma Bêçek a di navbera her du parçeyên nîvgirava Korya de li hev bicivin.

Trump ji rojnamevanan re li Seoulê tekez kir ku ew ê berê xwe bide herêma bê çek a li ser sînor û serok Kim bibîne. Trump diyar kir ku pir bi hêvî ye wî bibîne  û têkiliyan wan bi hev du re baş bûne.

Lê belê bal kişand ser dê hevdîtin pir kurt be, tenê wê bi silavê bi dawî bibe, ji ber ji dema Vietnamê de li hev necivîne. Her wiha îşaret pê kir ku ji Lûtkeya Sibatê de ya ku bê encam derbas bûye de li hev rûneniştine.

Ji aliyekî din ve jî,  Moon Jae-en tekez kir ku tevî hevdîtin dê di navbera Trump û Kim de pêk were dê ew jî berê xwe bide herêma bê çek ku serokê DYA’yê û serokê Korya Bakur ji bo aştî li Panmunjom pêk bê, li hev bicivin. Her wiha destnîşan kir ku di navber her du Koryeyan de parçebûn heye.

Moon got texmîn dikim ku lidarxistina lûtkeya sêyemîn di navbera Trump û Kim de dê li ser guhartin û diyalogê be ya ku dê ji hevdîtina îro derkeve.

Moon da zanîn ku berdewama diyalogê armanca yekemîn a pêkhatina aştiyê li nîvgirava Korya ye.

Ev lûtke ya sêyemîn e di navbera her du serokan de piştî lûtkeya Singapore di Hizêranê de û ya Hanoi di Sibata 2019’an de ye.

Piştî nakokiyên di navbera xwestekên DYA’yê li ser nukleerê ya Korya Bakur û yên Pyongyangê yên sivikkirina cezayan, danûstandin di navbera DYA û Korya Bakur de, cihê xwe negirtin.

(fr/kc)


Mijarên Din