Kirdarê komkujiya Zelandaya Nû bi terorê hate tawanbarkirin

Polîsên Zelandaya Nû kirdarê komkujiya her du mizgeftên Zelandaya Nû Brenton Tarrant ku bûye sedema kuştina 51 kesan, bi terorê tawanbar kir.

Li ser zimanê polîsên Zelandaya Nû ajansa Reutersê bal kişand ser ku roja sêşemê bi fermî tawana terorê li kirdarê (fail) komkujiya mizgeftên bajarê Christ Church a Zelandaya Nû ku tê de 51 kes hatin kuştin, Brenton Tarrant kir.

Polîsan daxuyand ku barkirina tawana karê terorê li gorî benda 6A ya qanûna dijterorê ya 2002’yan e. Di vê derbarê de Brenton Tarrant hate tawanbarkirin.

Tê payîn ku Brenton Tarrant di 14’ê Hezîranê de piştî xistina girtîgehê di Nîsanê de, bê darizandin.

(fr)


Mijarên Din