Kirîn û firotina pembo berdewam dike

Miqdara pembo ya ku navendên Rêveberiya Xweser ji cotkaran wergirtiye, gihaşt zêdetirî 38 hezar tonan. Ev xebat bi xebatên din ên ku rêveberiyê taybet bi mûsima zivistanê û qerebûkirina kesên ji ber şewatan ziyan dîtiye, hemwext in.

Desteya Çandinî û Aborî ya Rêveberiya Xweser xebatên xwe ji bo pêşwazîkirina hilberîna pembo ji cotkaran, li her sê navendên taybet ên pêşwazîkirê didomîne. Du navendên din ji ber êrişa Tirkiyê hatine rawestandin.

Rêveberiya Xweser ji bo wergirtina hilberîna pembo ji cotkarên herêmên Rêveberiya Xweser 5 navend diyar kirine; El-Mehlec li bajarê Hesekê, El-Mabrûka li bajarê Serêkaniyê, Çelebiye li Kobanê, navenda 10 km li Dêrazorê û Sehlebiye li bajarê Reqayê.

Ji ber êrişa Tirkiyê di 9`ê Cotmehê de li dijî herêmê, prosesa teşwîqkirina hilberîna pembo li herêmên Rêveberiya Xweser rawestîn. Lê rêveberiyê ji nû ve berdewamkirina prosesa teşwîqkirinê di 3`yê Mijdarê de ragihand.

Di encama rawestandina prosesa teswîqkirinê de, bazirganan rewşa şer li herêmê wek fersend dît û dest bi xapandina hin cotkarên herêmê kir. Ji ber wê buhayê kîloya pembo kêm bû û gihaşt 200 lîreyên Sûriyê. Lê Rêveberiya Xweser li gorî kalîteyê kîloya pembo bi buhayê 320 heya 330 lîre ji cotkaran dikire.

Li gorî hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Emel Xezîm miqdarên ku rêveberiyê wergirtine 38 hezar û 579 ton derbas kiriye.

Emel destnîşan kir ku miqdarên li her sê navendan hatine wergirtin wiha ne: Navenda 10 km a Dêrazorê 3 hezar ton, Sehlebiye li Reqayê 8 hezar û 79 ton, Mehlec li Cizîrê 27 hezar û 500 ton. Ew navend hîna hilberîna pembo bi hemû karîna xwe û bêpirsgirêk, ji cotkaran werdigire.

Çeteyên DAIŞ`ê 3 hezar ton ji hilberîna pembo ya li navenda Mabrûka ya li herêma Serêkaniyê dizî. Tu agahî der barê navenda Çelebiyê de tune ne, ji xizmetê derketiye. 

Emel Xezîm tekez kir ku proseya kirîn û frotina pembo di demekê de ye ku di nava 20 rojan ne zêdetir de destheqên diravî yên cotkarên hemû herêman, bê belavkirin.

Di heman çarçoveyê de, li gel proseya kirîn û firotina pembo proseya belavkirina tov, semad û proseyên qerebûkirina cotkaran jî hemwext bi rê ve diçin ku Rêveberiya Xweser ragihandibû ji 16`ê vê Mijdarê ve dest pê kiriye.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê navendên çandiniyê yên her du herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dizîne û dest bi veguhastina bo nav xaka Tirkiyê kirine ji bo bazirganiyê.

ANHA


Mijarên Din