Kiryarên dagirkeriya Tirk li Efrînê berdewam in

Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dairker ve, binpêkirinên mirovî roj bi roj zêde dibin. Lê tevî ku kiryarên dagirkeran hatine belgekirin û radestî rêxistinên mirovî, mafnasî, NY û Rûsyayê hatine kirin jî, heta niha ew derdor bê deng in.

Bêdengiya navdewletî rê dide dagirkeriya Tirk ku kiryarên hovane der heqê şêniyên Efrînê de pêk bîne û di encamê de, bi rêya lêkirina dîwarê parçekirinê, Efrînê ji Sûriyê qut dike.

Ji salekê zêdetir e gelên Efrînê yên di Efrînê de mane,  wekî biyaniyan li bajarên xwe dinêrin û di vê rewşa neewle de dagirkeriya Tirkiyê der heqê şêniyên Efrînê de kiryarên revandin û fidyeyê li ser gel ferz dike.

Di çarçoveya rêzekiryar û dosyayên ku ajansa me ANHA`yê di vê hefteyê de belge kirine, li gorî çavkaniyan çeteyên Ehrar El-Şerqiyê di 27`ê Nîsana derbasbûyî de welatiyê bi navê Heyder Mihemd (33) ku ji gundê Ciqle El-Wista ya girêdayî navçeya Şiyê ye, revand û paşê piştî ku pere bi nirxê 100 hezar ji çeteyan re peyda kirin, hate berdan.

Her wiha welatiya bi navê Nebîha Mistefa û hevsera kurê wê li gundê Meşalê yê girêdayî navçeya Şera, ji aliyê çeteyan ve beyî ku tu agahî der heqê wan de werin, ew revandine.

Gundê Hibo yê girêdayî navçeya Mabatayê jî ji kiryarên revandinê pê par nema. Welatiyê bi navê Hisên Şewket berî çend hefteyan, her wiha parêzerê bi navê Abdulrehman Bermeceh ku ji gundê Kefer Sefra ye, dema ku çeteyan mala birayê wî desteser kir, ji aliyên çeteyan ve hatin revandin.

Her wiha Îbrahîm Xelîl ku ji bajarokê Badîna yê girêdayî navçeya Mabata ye, di 3`yê meha Gulanê de dema ku li zeviya xwe yê zeytûnan bû, ya li geliyê Dirêmiyê yê girêdayî navçeya Mabatayê, hate revandin û hîn jî çarenûsa wî ne diyar e.

Ferzkirina fîdyeyan

Çeteyên Firqet El-Xemzat der heqê şêniyên gundê Qedeh ê girêdayî navçeya Raco de, herî kêm ji 85 malbatên ku li wir dimînin, beramberî cotkirina zeviyên xwe yên zeytûnan nêzî milyonek pere li ser wan ferz kir.

Her wiha çeteyên Silêman Şah jî her roj fîdyeyan bi nirxekî ku digihîje bi hezaran dolaran, li şêniyên navçeya Şiyê û gundewarên wê ferz dikin. Çeteyan fîdye bi nirxê ji sedî deh li ser berhema pelên tirî li gundê Qermitliq ê girêdayî navçeya Şiyê ferz kir.

Her wiha çeteyên Firqet El-Xemzat der heqê şêniyên gundê Coqa yê girêdayî bajarê Efrînê de her meh 500 lîreyên Sûriyê ferz kir.

Serdegirtin û dizî

Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê di 8`ê meha Gulanê de bi ser mala welatiyê bi navê Osman Norî Mistefa de girt ku ji gundê Coqa yê girêdayî bajarê Efrînê ye û îşkence li wî kirin, paşê bi ser mala Mihemed Hemdûş de girtin û 15 serî pez û jeneretora wî dizîn.

Her wiha çeteyan bi ser mala welatiyê bi navê Fetah Alî Naso de girt ku ji gundê Til Tewîl e û di encamê de 10 pezên wî dizîn.

Di heman demê de komeke ji malbatên çeteyan ku li wir bi cih bûne, welatiyê bi navê Fozî Reşo ji nava zeviya wî ya tirî derxist û pelên tirî dizîn û dar jî xerab kirin.

Têkildarî mijarê dagirkeriya Tirkiyê bi hemû awayan hewldana guhartina demografiyê dike, wekî guhartina navên gundan, kolanên sereke, avahiyên giştî ji dibistan, nexweşxane û avahiyên rêveberiyê heta gihîşt astekê ku Efrînê ji xaka Sûriyê qut bike.

Di heman demê de li destpêka pira kevn a li navenda bajarê Efrînê dagirkeriya Tirkiyê wêneyê Recep Tayyîp Erdogan daliqandiye.

(eh)

ANHA


Mijarên Din