KJK: Dixwazin jinên Rojhilata Navîn ji têkoşînê dûr bixin

KJK’ê Seida Feysal El-Hermas û Hind Letîf El-Xidêr bi bîr anîn û diyar kir ku birêxistinbûna jinan pergala mêrserwer tirsandiye û ji lew ra li dijî jinan êrişên berfireh tên kirin û got: “Dixwaze jinên Rojhilata Navîn ji têkoşînê dûr bixin.“

Koordînasyona KJK’ê ji bo Seida Feysal El-Hermes û Hind Letîf El-Xidêr ên ku hatibûn qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em jinên Ereb ên pêşeng Seida Feysal El-Hermes û Hind Letîf El-Xidêr ên ku di 22’ê Çileyê de li Kantona Hesekê hatibûn kuştin, bi hurmet bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbat û rêhevalên wan re dixwazin.

DAIŞ û dewleta Tirk a ku hêza paramîlîter a pergala mêrserwer in, bi qetlîamên xwe yên hovane, dixwazin peyamekê bidin jinên Rojhilata Navîn ên rêxistinkirî. Li Rojhilata Navîn têkoşîna me ya azadiyê ya jinan serdemeke nû daye destpêkirin,hemû jin di çarçoveya îdeolojiya rizgariya jinan a Rêber Apo de, di avakirina neteweya demokratîk de cih girtine. Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye yek ji navenda bingehîn a vê rêxistinbûnê. Jinên Ereb, Suryan, Turkmen û Kurd li vê derê bi hev re di avakirina neteweya demokratîk de pêşengiya jinan derxistine pêş. Şoreşa Rojava tevî keda van jinan bûye yek ji şoreşa jinan û îlham daye hemû jinên cîhanê. Jinên xwe bi rêxistin kirine li her derê bûne parêzvanên bingehîn ên vê pergalê. Hêza jinan a rêxistinkirî ev pergala mêrserwer tirsandiye û ji ber vê jî li dijî jinan êrîşên berfireh hatine kirin.

TÊ XWESTIN JINÊN ROJHILATA NAVÎN JI TÊKOŞÎNÊ WERIN DÛRXISTIN

Di serî de desthilatdariya faşîst a AKP’ê û maşika wê DAIŞ her dem jinên rêxistinkirî kiriye hedef. DAIŞ’ê bi sedan jin revandiye ew wekî cariyeyan bi kar aniye. Li Efrînê bi hezaran jin hatine revandin, di şerê Serêkaniyê de Hevrîn Xelef bi hovane hate kuştin û piştre jî Hevseroka Meclisa Til El-Şayir Seida û alîkara wê Hind bi hovane hatine qetilkirin. Vê koma faşîst îdeolojiya xwe li ser qirkirina zayendê ava kirine, hemû jinên rêxistinkirî kirine hedef û dixwaze jinên Rojhilata Navîn ji têkoşînê dûr bixîne. Bi taybetî, paradîgmaya azadiya jinê ya Rêber Apo bala jinên Ereb kişandiye. Ev yek bûye sedem ku rêxistinbûn pêk were, di jiyana civakî ya jinên Ereb de guhertinên mezin rû bidin û jinên Ereb ên di nava zext û zordariya kevneşopiyên paşverû yên civakî de ne, ji bo azadiyê bi xurtî tevlî karên sîstema avakirina neteweya demokratîk bibin. Yanî nîşan dane ku li gel êrişan jî di têkoşînê de bi biryar in.

'ÊRIŞ LI DIJÎ TIFAQA KURD-EREB TÊ KIRIN'

Yek ji armancên vê komkujiyê lawazkirina tifaqa Kurd û Ereban e ku e tifaq xwe dispêre kevneşopiya dîrokî û ruhê avakirina neteweya demokratîk afirandiye. Ev tifaq xwedî wê potansiyelê ye ku gelek hevsengiyên pergalî yên li Rojhilata Navîn ser û bin bike. Tifaqa jinên Kurd û Ereb ku ji gelên kevnar ên Rojhilata Navîn e, ji ber vê yekê ji bo sîstema bi serweriya mêr, gefeke. Yekîtiya gelan sîstema dewletperest dihejîne, ev hejandin jî herî zêde li Sûriyeyê hate dîtin. Sîstema dewletperest ji bo karibe xwe komî ser hev bike, hewl dide tovên nîfaqê li nava gelan bireşîne, ji bo karibe vê yekîtiyê bi rêya komployan têk bibe çi ji dest tê dike. Jin parêzvanên herî çalak ên têkoşîna yekbûyî û rêxistinbûyî ya gelan e. Her çend sîstema bi serweriya mêr hewl dide vê yekîtiyê parçe bike jî xwişkîtiya jinan roj bi roj mezin dibe.

'EM BI XURTÎ TEVLÎ ÇALAKIYÊN XWEDÎDERKETINÊ BIBIN'

Em jin, van kiryarên hovane ji komkujiyên Parîs û Silopiyayê nas dikin. Bi vê komkujiya li kantona Hesekê pêk hat re, her çend hewl didin têkoşîna jinan lawaz bikin jî jin li ber van kiryarên komkujiyê radibin û li her deverê helwesta xwe ya têkoşînê nîşan didin, rêxistinbûn û yekîtiya jinan xurt dikin. Lewma em jî dibêjin, ku em ê ti carî di têkoşînê de têk neçin, li dijî qirkirina jinê ya ku di nava pençeyên sar û hov ên mêr de tên parçekirin, em ê heta dawiyê civak û jinê biparêzin. Em bang li jinan hemûyan dikin ku li dijî kiryar û zîhniyeta mêr a serwer û komploger cihê xwe li nava refên têkoşîna bênavber bigirin, yekîtiya jinê li Rojhilata Navîn xurt bikin, bi xurtî tevlî çalakiyên ji bo xwedîderketina li hevrê Seda û Hinde bên lidarxistin bibin."


Mijarên Din