KJK: Polîsên êrîşî dayikan kir, dê bê hesab nemînin

KJK’ê êrîşên polîsên dewleta Tirk ên li dijî  Dayikên Aştiyê şermezar kirin û diyar kir ku dê kiryarên li dijî dayikên Kurd hatine kirin ji bîr nekin û ew polîs dê bê hesab nemînin.

Polîsên Tirk roja înê li navçeya Gebzeyê ya Kocaeliyê ya Tirkiyê êrîş biribûn ser dayikên ku çalakiya rûniştinê li dar xist. Piştî rojekê jî li navçeya Qoserê ya Mêrdînê dîsa polîsan êrîşî dayikan kiribû ku li dijî tecrîdê çalakî dikirin.

Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîş bi tundî şermezar kir. KJK'ê destnîşan kir ku dê vê nêzîkatî û êrîşa bêwijdan û faşîzan a li dijî dayikan tu carî ji bîr nekin û hesabê wê bipirsin.

Di daxuyaniya KJK'ê de wiha hate gotin: "Pêngava me ya berxwedanê ya bi navê 'Em tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin', li her deverê belav dibe û xurt dibe. Li zindanan bi sedan girtî bi biryardarî di greva birçîbûnê de ne, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat jî gelê me bi grevên birçîbûnê, meş, xwepêşandan û çalakiyên protestoyî berxwedana me ya azadiyê geş dike.

Bi sedan hevrêyên me ku zêdetirî sed roj e di greva birçîbûnê de ne, bi hezaran hevalên me yên girtiyên azadiyê gelek caran da xuyakirin ku heta rêber Abdullah Ocalan azad bibe û karibe di nava şert û mercên azad de bixebite, dê berxwedana xwe bidomînin.

Lewma berpirsyariya xwedîderketin û xurtkirina têkoşîna li dijî tecrîdê ku bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin, dikeve ser milê jinan hemûyan û gelê me. Dayikên me bi rengê herî xurt xwedî li vê berxwedanê derdikevin û her roj li dijî her şêweyên zordariyê li ber xwe didin. Ji ber ku me roja destpêkê nekarî li dijî êrîşên polîsên AKP'ê yên faşîst ên li dijî dayikên xwe daxuyaniyê bidin û êrîşan şermezar bikin, em rexnedayina xwe didin dayikên xwe, jinên berxwedêr, girtiyan û gelê xwe.

‘Em vê êrîşa faşîzan ji bîr nakin’

Divê were zanîn ku KJK êrîşên faşîzan ên li dijî dayikên me qebûl nake, bi tundî şermezar dike. Em ê vê nêzîkatî û êrîşa bêwijdan û faşîzan a polîsên AKP'ê ya li dijî dayikên xwe ti carî ji bîr nekin û hesabê vê bipirsin."

Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir ku wezîfeya her jinên Kurd, jin û ciwanên Tirkiyeyî ye ku hesabê êrîşa li dijî dayikan bipirsin, li dijî vê têbikoşin, dayikan bi tenê nehêlin û diyar kir, ti jin û ciwanên bi rûmet, demokrat û hurmeta xwe ji bo dayikan heye, nikare li bermaberî vê nêzîkatiyê bêdeng be.

Di berdewama daxuyaniya KJK'ê de wiha hate gotin: "Ev nêzîkatiya li dayikên me hate kirin, bi ti pîvanên hiqûqê, ewlekariyê û mirovahiyê nikare bê îzahkirin. Em ji dîrokê zanin; leşkerên dîktator Saddam dema ku gule berdidan serê dayikên me, ji wan hebû ku wê hesab ji wan neyê xwestin. Lê rojek hat ew mejî û destên dîktator hesabê vê dan. Her polîsên faşîst ên AKP'ê yên ku bi ço dehf didin, bi erdê re kaş dikin, bi ava şid êrîş dikin divê zanibin ku êrîşên wan ên li dijî dayikên me wê neyên qebûlkirin û bêhesab nemînin.

'Ji tirsa tunebûnê êrîş dikin'

Dayikên me yên aştiyê û girtiyan, ji bo zarokên wan bijîn, ji bo azadiyê, ji bo mafên herî însanî û xwezayî têdikoşin. Desthilatdariya AKP'ê ya faşîst a ji dayikên me ditirse, divê zanibe ku hindik maye têk biçe, hilweşe. Divê her kes zanibe; destên ku ji tirsa tinebûnê li dayikên me radibin, êdî şikestî ne.

Eşkere ye ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ya mêtinger-qisker dema li pêşberî pêngava me ya azadî û berxwedanê tengav dibe, dest bi êrîşên wiha faşîzan dike û dixwaze berxwedana me têk bibe. AKP dijminê Kurdan e. AKP dijminê azadiyê ye. Lê em êdî zilm û lîstikên faşîzmê baş nas dikin. Lewma em ê li pêşberî êrîşan teslîm nebin, heta ku dîwarên Îmraliyê hilweşînin, Rêbe Apo azad bikin û bikin ku bi rengekî azad bixebite, em ê li ber xwe bidin. Divê gelê me, jin, ciwan, dostên me û raya giştî bi vê rastiyê zanibin. Em ê êrîşên faşîzan ên li dijî dayikên xwe ji bîr nekin, bêhesab nehêlin. Sekna dayikên me sekna Leyla Guven e. Pêngava me ya berxwedanê wê tecrîdê bi dawî bike, faşîzmê hilweşîne û li ser vê bingehê Kurdistanê azad bike, Tirkiyeyê demokratîk bike."


Mijarên Din