KJK`ê têkildarî êrîşa televîzyona K24 a li dijî Besê Hozat daxuyanî da

Koordînasyona KJK’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên K24 TV’yê yên li dijî hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat da û got: “Di şexsê hevrê Besê Hozat de êrîşên tên kirin, li ser hemû şervanên jin ên azad, jinên pêşeng û li ser hemû jinan tên kirin ên ku dixwazin azad bibin.”

Koordînasyona KJK’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên K24 TV’yê yên li dijî hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat da.

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li hemberî vê êrîşa bêexlaqî ya li dijî jinên ku ji bo welat û civaka xwe tê dikoşin, em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin. Televîzyona K24 li hemberî jinan polîtîkaya şerê taybet dimeşîne.

Têkoşîna me ya azadiya jinan li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê têkoşîna mirovayetiyê bi bîr û baweriyeke mezin didomîne. Xeta Rêbertiya me ya ku xwe dispêre azadiya jinan, ekolojîk û demokratîk, jin û civak bi pêş ve birine.

Sedsala 21’emîn di vî warî de ji bo jinên Kurd bûye sedsala azadiyê. Bi saya nêzîktêdayîna stratejîk a Rêbertiya me, jinên ku bi hezaran salan bûne kole dîsa di jiyanê de cih girtine. Jin enerjiya xwe didin xizmeta civakîbûnê û di azadiya civakê de pêşengiyeke mezin dikin. Îroj herî zêde tevgera me îspat kiriye ku ji bo azadiya kes û jinan divê civak azad bibe.

Îro bi milyonan jinên Kurd di warê siyasî, leşkerî û civakî de pêşengiyê dikin. Fedakarî û têkoşîna jinên Kurd a li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê ji aliyê hemû dinyayê ve hatiye qebûlkirin.

Tevgera me ya azadiya Kurdistanê bi asta xwe ya partîbûn, artêşbûn û rêxistinbûınê li hemû cîhanê dikare bibe mînak û referans. Dîsa bi hevseroktî û temsîlîyeta wekhev a di nav tevgera me de, gaveke dîrokî û girîng e.

Li ser vî esasî bi milyonan jinên Kurd di çarçoveya konfederalîzma demokratîk û neteweya demokratîk tevî jinên Rojhilata Navîn xebatên avakirina şoreşa jinan dikin.

Di pêvajoyeke wisa de, ji ber serkeftina tevgera me ya azadiyê bi pêşengiya dewleta Tirk êrîş tên kirin. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dixwaze bi van êrîşan encamekê bistîne. PDK a ku xwe nêzî yekîtiya neteweyî nake, vê xeta xwe di medyayê de bi awayê herî qirêj dide diyarkirin.

Êrîşên li ser hevseroka KCK’ê Besê Hozat ya di televîzyona K24 jî li ser vî esasî ye. Kesên ku di warê siyasetê de divê herî dawîn biaxivin, ji têkoşînê reviyane û berê xwe dane pereyan, li ser ekranên K24’ê bi awayekî bê ast û exlaqî axivîne.

Di şexsê hevrê Besê Hozat de êrîşên tên kirin, li ser hemû şervanên jin ên azad, jinên pêşeng û li ser hemû jinan tên kirin ku dixwazin azad bibin. Em vê bernameya qirêjî ya K24 û beşdarên vê bernameyê bi tundî şermezar dikin.

Li hemberî vê helwesta bêexlaqî ya li dijî jinên ji bo welat û civaka xwe tê dikoşin, em banga bihîzyariyê li gelê xwe dikin. K24 li hemberî gelê me û jinan polîtîkaya şerê qirêjî dide kirin. Divê gelê me tu carî li vê televîzyona K24 temaşe neke. Em bang li gelê xwe dikin ku bila K24’ê boykot bikin.

Li hemberî van êrîşên qirêjî em ê kesayetiya jina azad bi awayekî xurt bidomînin. Wê têkoşîna jinên azad li hemberî pergala mêran a zordest û serwer û derewîn û nûnerên wê bi ser bikeve.”


Mijarên Din