Klîba ‘Operetta Hera Police’ jiyana hevbeş a li Minbicê nîşan dide

Pêkhateyên bajarê Minbicê klîbek bi navê ‘Operetta Hera Police’ amade kirine ku jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê, dîroka bajar û kevneşopiya wê ya pirreng vedibe.

Navenda Çand û Hunerê bi hevkariya Komîteya Çand û Hunerê ya Minbic û gundewarê wê piştî xebata 4 mehan, klîbek bi navê ‘Operetta Hera Police’ amede kirin. ‘Operetta Hera Police’ navê kevin ê Minbicê ye.

Klîba ‘Operetta Hera Police’  ya li keleha dîrokî ya Necim hatiye kişandin behsa jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de û dîroka  Minbicê vedibêje.

Gelek dengbêjên pêkhateyên Minbicê (Ereb, Kurd, Tirkmen û Çerkes) her yek bi cilên xwe yên folklorî stranê dibêjin.

Klîb, dê 15'ê Tebaxê, anku salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê were pêşandan. Berpirsên navenda çandê ev klîb wekî diyariyekî ji bo gelê Mnibicê ji bo salvegera  rizgarkirinê amade kirine.

Ev klîp a yekemîn e li ser asta bajarê Minbicê ye û mezintirîn xebata navend û komîteya çandê ya Minbicê ye.

Ji cihê kişandina klîpê, hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Minbic û gundewarê wê Umer Mehmûd got: "Cara yekemîn di dîroka Minbicê de klîbek bi vî rengî û beşdarbûna hemû pêkhate û hemû zimanên li Minbicê tê amadekirin. Ji ber belavbûna Koronavîrusê klîb dereng ma, tevî vê yekê dikarin beriya salvegera rizgarkirina Minbicê bi dawî bikin, ji bo ku bi vê boneyê diyarî xelkê Minbicê bikin.”

Ji hunermendên ku beşdarî klîbê bûne, Ehmed Ilêwî got: "Em niha li keleha Necim a dîrokî ne ku navê bi dîroka Minbic a qedîm ve girêdayî ye, da ku vê klîbê hazir bikin. Ev klîb behsa jiyana  hevbeş a bi sedên salan di navbera pêkhateyên Minbicê de dike."

Ehmed Ilêwî îşaret bi yekitiya pêkhateyên Minbicê ya di klîbê de kir û got: “Her hunermendek bi cilên xwe yên folklorî beşdarî klîbên bûne.”

ANHA


Mijarên Din