Klîba "Vegera li Efrînê" tê amadekirin

Hejmareke ji hunermend û komên hunerî yên herêma Firatê klîbeke nû bi navê "Vegera li Efrînê" ku tê de berxwedana gelê Efrînê di kampan de, malên wan ên rûxandî li kantona Şehbayê û dûrbûna wan ji warê wan diyar dibe, amade dikin.

Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê hejmareke ji hunermend û komên hunerî klîbeke nû bi navê "Vegera li Efrînê" derdixin. Di klîbê de berxwedana gelê Efrînê ku neçarî koçberiyê bûne û bi darê zorê ji malên xwe hatine derxistin, diyar dibe.

Stran ji amadekarina hunermend û rêveberê Navenda Çand û Huner Neyazî Seydo. Hejmareke ji hunermend û komên hunerî ji wan "Koma Gaziyan" koma birîndarên şer e, her wiha Koma Çiyayê Kurmênc vê stranê dibêjin.

Her wiha koma dîlanên folklorîk bi dîlanên xwe beşdarî amadekirina klîbê bûye.

Klîb li kampên kantona Şehbayê hate pêşkêşkirin tê payîn ku wê li ser kanalan jî were pêşkêşkirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din