Kêliyên ku nayên jibîrkirin

Kêliyên êrîşa hovane ya ku taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo kir hedef û di encama wê erîşê de 62 kes şehîd bûn û zêdeyî 176 jî birîndar bûn xaleke reş e û nayê jibîrkirin. Şêniyan bi munasebeta salvegera komkujiyê ew kêliyên hovane parve kirin. Şêniyan bang li aliyên têkildar kirin ku kesên li pey vê êrîşê eşkere bikin.

Di 27‘ê Tîrmeha 2016‘an saet derdorî 09:02‘an de çeteyên DAIŞ‘ê taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo kirin hedef û bi erebeyeke bombebarkirî xwekujekî komkujiyek pêk anîn. Di encamê de 62 kes şehîd bûn û zêdeyî 176 jî birîndar bûn, piraniya wan jin û zarok bûn.

Di salvegera sêyemîn a komkujiyê de malbatên qurbaniyan kêliyên komkujiyê bi bîr anîn û gotin, ev roj xaleke reş e û ti carî nayê ji bîr kirin.

Di êrîşê de hevjînê jina bi navê Merdiya Ehmed, Mihemed Seîd Mihemed jiyana xwe ji dest da. Merdiya ya dayika 7 zarokan e û niha li gundê Hîmo yê rojavayê bajarê Qamişlo dimîne kêliyên komkujiyê wiha bi bîr tîne: "Wê rojê ez li gundê Hîmo bûm. Dengê teqîneke bi hêz hat, yekser min hewl da bi telefonê bi hevjînê xwe re biaxivim. Lê destpêkê peywendî çênebû. Heta ku hevjînê min rakirina nexweşxaneyê. Piştî teqînê bi 12 rojan jiyana xwe ji dest da. Heta niha nikarim wan kêliyan ji bîr bikin. Qurbaniyên kiryara terorîst ji bîr nakim. Bîranên wan hertim di bîra min de ne."

Di êrîşa terorîstiyane de Zinar Mehmûd kurê Ebdulrehman Mehmûd ê ji taxa Xerbî jiyana xwe ji dest da. Ebdulrehman bi dilekî şewat kêliyên şehadeta kurê xwe bi bîr anî û wiha got: “Ji ber bûyereke ewqas giran ku min bi çavê xwe dît min nedizanî çi li derdora min diqewimî. Kurekî min jiyana xwe ji dest da. Her saet û her roj em wî bi bîr tînin. Heger min nas kiriba kî li pey vê komkujiyê ye min ê ew rasdestî hevjîna xwe kiriba. Hevjîna min piştî bûyerê nexweşiyên dil pêre çêbûye. Bila ew tola kurê xwe hilîne."

Hekmiya Salih di teqînê de birayê xwe Elaedîn Salih winda kir, bi xemgînî û hesret wê rojê bi bîr tîne "Teqîna ku bajarê me yê ewle kir hedef kiryareke terorîstiyan bû. Ev bûyer wek xaleke reş di bîra me de maye û dernayê. Birayê min û bi dehan zarokên cîranan di teqînê de çûn. Malên me bi temamî wêran bûn. Nikarim wê rojê ji bîr bikin. Heta saxbim wê ew roj di bîra min de bimîne. Ez bang li aliyên ewlehiyê dikim ku kesên li pey vê kiryara terorîstiyane eşkere bikin."

Şêwekar Samir Kalo yê ji taxa Xerbî wêneyek li ser teqînê xêz kiriye û armanca xwe ya xêzkirina wêne wiha vegot: “Armanca min bîranan şehîdên di teqînê de ye. Detay û kêliyên wê bûyerê ji bîra me dernayê."

Meclisa bajarê Qamişlo bi beşdarbûna şêniyan her sal di roja salvegerê de şehîdên komkujiyê bi bîr tînin.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din