Kêliyên teqîna li Minbicê…Bi dîmen

Di kamîreyên çavdêriyê yên li kolanên bajarê Minbicê hatine bicihkirin de, kêliya teqîna erebeya bombebarkirî ya êrîşkarekî çeteyan diyar dibin.

Nûçegihanên ajansa me dîmenek ji kamîreyên ku li kolanên bajarê Minbicê hatine bicihkirin bi destxistin. Di dîmenê de erebeyek pickup spî ku çeteyek xwekuj dajo û çawa xwe li ber navenda Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Hawarê) ya li bakurê rojhilatê bajêr diteqîne xuya dibe.

Tê bibîrxistin ku teqîna xwekuj îro Pêncşenmê saet 16:05`an rû da. Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlehiya Hundirîn di encama teqînê de endamek hêzê şehîd ketiye û 10 kes di nav de 3 zarok birîndar bûne. Her wiha zirarên madî gihaştine cihê bûyerê û erebeyên  li cihê teqînê.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din