Kêmbûna nirxê LS li beramberî dolar, bandorê li sûkên herêmê dike

Kêmbûna nirxê Lireyê Sûriyê li beramberî dolar bi awayekî neyînî bandor li şênî û tevgera bazirganên Sûriyê dike.

Di vê dawiyê de nirxê Lîreya Sûriyê li hemberî dolar ketiye. 1 dolar bûye 600 wereqeyê Sûriyê. Ew jî bi awayekî neyînê bandorê li tevgera sûkan dike, li gel bilindbûna buhayê tiştan.

Ji destpêka salê ve LS nirxê xwe winda dike. Di van çend rojên dawîn de buhaya serfkirinê li beramberî dolar gihatiye 600 LS. Sala borî nirxê LS li beramberî dolar di navbera 430 heya 480 de bû.

Di encama aloziya Sûriyê de û ji ber gelek sedeman, cezayên navdewletî ku li Sûriyê hatine ferzkirin û paşdeçûna rewşa hundirîn ku di encamê de aboriya wê hilweşî, nirxa Lîreya Sûriyê li beramberî pereyên din gelek kêm bûye.

Xwediyê dikana hûrkirina pere Mistefa Ibrahîm ê ji Girê Spî ye got: “Bilindbûn û daketina nirxê dolar tevliheviyê di nav sûkan çêdike. Her wiha êdî baweriya ti kesî bi bazirganiya pereyan namîne û ew jî bi awayekî neyînî bandor li karê me dike.”

Esnafê bi navê Mîkaîl Ehmed ê ji Girê Spî diyar kir ku kesên ji vê yekê winda dikin şêniyên herêmê ne. Ehmed got: “Piraniya bazirganan buhayên madeyan li gorî nirxa serfkirina dolar diyar dikin. Ev jî tê wateya ku bilindbûna serfkirina dolar dibe sedema ku nirxa madeyan di nav sûkan de buha bibe."

Ehmed diyar kir ku ew rojane û kêlî bi kêlî nirxa sûka serfkirinê dişopînin da ku ziraran derbas bikin. Ehmed got: “Ji ber ku min piraniya madeyên dikana xwe bi dolar kiriye. Eger dolar bilind bû ez neçar dimînim ku nirxa madeyan biha bikim. Eger min wisa nekir ez ê winda bikim. Eger ez buhaya madeyan bilind bikim dîsa winda dikin ji ber ku tevgera kirînê radiweste."

Ehmed diyar kir ku ew hin caran madeyan bi sibehan bi buhayekê û piştî nîvro bi buhayekê din difroşin.

Ji ber tevliheviya di nav sûkan de, şênî bi gilî û gazinc in. Mehmûd Casim ji şêniyên bajarê girê Spî ye. Casim got: “Bilindbûna dolar bandorê li her tiştekî li Sûriyê kiriye. Ji derman bigire, heya madeyên xwarinê, madeyê avahîsaziyê û cilan.”

Casim wiha domand: "Bilindbûna dolar herî zêde li şêniyên herêmên biçûk bandor dike. Ji ber ku derbara xwe bi çandiniyê peyda dikin. Hilberînên zeviyan bi nirxên erzan tên firotin lê li beramberî wê lêçûna çandinê pir biha ye. Îsal jî hilberînên çandiniyê şewitîn. Hertim şênî winda dike."

Çavdêrên ku rewşa herêmê dişopînin sedema pirsgirêkê vedigerînin hişkbûna hindek aliyên nakokiya Sûriyê. Ji ber li ser maseya diyalogê rûnanin. Ew jî hîmek sereke yê daketina Lîreyê Sûriyê ye.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din