Kêmbûna patozan, mewsima çandiniyê dereng dixe

Hevserokê Komîteya Çandiniyê yê navçeya Şedadê Xezîf El-Dexîm da zanîn ku kêmbûna patozan li navçeyê mewsima çandiniyê dereng dixe û got: “Zexta li ser navendên pêşwazîkirinê li Hesekê, nirxê veguhestinê li ser cotkaran zêdetir dike.” Cotkaran jî ji rêveberiyê xwestin ku 47 depoyan vebikin da ku buhaya wan ê veguhestinê kêm bibe.

Kantona Hesekê ji navendên Xiwêran û Mehlecê berhema genim û ceh ji hemû herêm û navçeyên wê digre. Navenda Xiwêranê hate diyarkirin da ku berhema genim û Mehlec ji bo berhema ceh bigre.

Li herêma Şedadê ji ber barana îsal meswim baş bû. Lê kêmbûna patozên ku li herêmê dixebitin, mewsimê dereng dixin.

Li hemû navendên ku Rêveberiya Xweser diyar kirin, hemû cotkar berê xwe didin navendan û berhemên xwe difroşin. Lê cotkarên navçeya Şedadê gazinan ji zêdebûna zextê li ser navendên Hesekê dikin. Ji  ber vê yekê neçar dimînin ku peran zêdetir bidin da ku berhemên xwe veguhêzin.

Cotkaran daxwaza vekirina 47 depoyan kirin. Ji ber ew nêzî Şedadê ye û ew ê nirxê veguhestinê ku li ser milê cotkaran dikeve kêmtir bike.

Derbarê awayê belavkirina berhemên çandiniyê li Şedadê, Hevserokê Komîteya Çandiniyê yê Şedadê Xezîf El-Dexîm ji ANHA`yê re axivî û got: “Rêya wergirtina û radestkirina genim bê navber didome, piştî ku cotkar bi rêya qutkirina kartan û hêsankirina rêya navendên hatine diyarkirin.”

El-Dexîm got: “Zehmetiyên ku rastî cotkaran tên, veguhestin e. Ji ber dûrbûna rê û buhabûna nirxê veguhestinê ye. Tenê 2 navend li Hesekê hene, yek ji bo genim û yek ji ceh re hatiye diyar kirin.”

Derbarê heman mijarê de, cotkar Cuma El-Xanim ji şêniyê gundê El-Siwîtê tekez kir ku ji ber dûrbûna rê kirêya veguhestina berhemên wan pir buha ne.

El-Xanim diyar kir ku xwediyên patozan li gorî nirxên ku komîteya Aborî û Bazirganiyê diyar kirin, tev nagerin û wiha pê de çû: “Ev yek jî ji ber rewşa herêmên Bakurê Sûriyê ji şewatê re derbas dibe. Vê yekê hişt nirx buha bikin û zêdetirî 4 hezar leyre ji her donimekî re bigirin.”

El-Xanim girîngiya vekirina 47 depoyên li navçeyê tekez kir, da ku di veguhestina berhemên wan de hêsanî çêbe.

(jo)

ANHA


Mijarên Din