'Kêmkirina ava Firatê dê bibe sedema karesatên hawîrdorê li herêmê'

Cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Jîngeh û Herêmî ya Rêveberiya Xweser û pispora hawîrdorê Hêvîn Şêxo hişyar da ku heke dewleta Tirk kêmkirina asta ava çemê Firatê bidomîne dê rewşa jiyanî ya li herêmê aloztir bibe û dê karesatên hawîrdorê li herêmê rû bidin.

Dewleta Tirk çemê Firatê wek çek li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne. Ev yek dê bibe sedem ku kerasetên hawîrdorê rû bidin û hilberîna çandiniyê bi xetereyê re rû bi rû dihêle.

Cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêvîn Şêxo diyar kir ku ji ber kêmbûna ava çemê Firatê hawîrdora herêmê qirêj bûye, qutkirina avê rasterast bandorê li hawîrdora herêmê kir.

Hêvîn wiha domand: “Ji ber qutkirina ava çemê Firatê, gelek pirsgirêkên hawîrdorê li ser beravên çem çêbûne û av qirêjî bûye ku di encamê de gelek nexweşî belav bûne, di nav de laşmanye. Herêmên ku herî zêde zirar ji qutkirina ava çemê Firatê zirar dîtiye, Kobanê û Dêrazor in."

Hêvîn ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Mewsima çandiniyê nêz dibe û di vê demê de ji bo bi serxistina mewsima çandiniyê pêwîstiya hemû berhemên çandiniyê bi avê heye ku hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê debara xwe pê peyda dikin."

Hêvîn Şêxo got kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê dê gelek projeyên hawîrdorê ku her sal ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên kirin, mîna çandina daran û projeyên din, rawestîne.

‘DAGIRKERIYA TIRK AVÊ WEK ÇEKEKÊ LI DIJÎ HERÊMÊ BI KAR TÎNE’

Hêvîn wiha domand: "Dewleta dagirker a Tirk avê wek kaxizek zextê li ser herêmên Rêveberiya Xweser bi kar tîne. Kêmkirina rêjeya herikîna cemê Firatê didomîne ku rasterast bandorê li herêmê dike ji ber ku şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî debara xwe bi çandiniyê peyda dikin."

Hêvîn di dawiyê de ev bang kir: "Em bang li hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî dikin ku zextê li dewleta dagirker a Tirk bikin da ku mîna van sûcan li dijî gelê herêmê rawestîne."

Rêveberiya Giştî ya Bendavan a Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê hişyarî dabû ku heke dewleta Tirk kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê bidomîne dê karesat rû bidin. Her wiha diyar kir ku ji ber kêmbûna rêjeya avê ew ê saetên dayîna kehrebeyê li tevahiya herêman kêm bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din