KMM: Tirkiye madeya 8’an a peymana Romayê binpê dike

Hevserokatiya Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê got: “Artêşa Tirk a dagirker ciwanên ji 18 salî biçûktir dike leşker. Bi vê yekê madeya 8’an a hevpeymana Romayê binpê dike. Divê sûcdarên vê sûcê di dadgeha cezayê ya navdewletî de bêne darizandin.”

Dewleta Tirk a dagirker li gel destwerdana Lîbyayê, sûcên xwe yên li dijî zagonên navnetewî didomîne. Hikumeta Erdogan piştî ku serçeteyên hinek koman qebûl nekirin çeteyên xwe bişînin Lîbyayê, bi zanabûn zarokên Sûriyê yên li Idlib û Efrînê yên ji 18 salî biçûktir dike leşker û dişîne Lîbyayê da ku li rex hikumeta Wîfaq şer bikin.

SOHR rapora girêdayî şandina Tirkiyê ya zarokên ji 18 saliyê biçûktir ji Lîbyayê re, li ser malpera xwe Al-Monitorê weşand.

‘LEŞKERKIRINA ZAROKAN DI ŞERAN DE SÛCEK ŞER E’

Têkildarî mijarê hevserokatiya Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma ji ANHA`yê re axivî û got: “Destwerdana Tirkiyê di karûbarê Lîbyayê de, tevlêkirina çeteyên “Artêşa Watanî ya Sûriyê” di şerên Lîbyayê de û pêkanîna sûcên hovane, ev hemû wek sûcên şer û li dijî mirovahiyê tên hesibandin. Dadgeha Cezayê ya Navdewletî pisporê van mijara ne. Ev dadgeh di sala 1988`an de li gorî pergala Roma hate avakirin. Ji sûcên ku ev dadgeh ceza dike, sûcên leşkerkirina zarokên di bin 18 saliyê de ye. Çi bi awayekî yekser di şeran de yan jî bi awayekî ne yekser bi rêya tevlikirina wan di xebatên leşkerî de."

Qanûna navdewletî leşkerkirina zarokan di şeran û nakokiyan de wek sûcek şer dihesbîne û bi navê `Sûca Leşkerkirinê` bi nav kir.

Çavkaniyên ji Sûriyê û Lîbyayê di rapora xwe de bibîr xistin ku zarokên di bin temenê 18 saliyê de beşek ji komên çekdar ên alîgirên Tirkiyê ne. Nasname û belgeyên sexte girêdayî dîroka jidayîkbûn û navên wan ji wan re têne derxistin.

TIRKIYE BI ŞANDINA ZAROKAN MADEYA 8 BINPÊ DIKE

Evîn destnîşan kir ku ev kiryarên Tirkiyê madeya 8’an a pergala Romayê ya bingehîn û lihevkirinên Cinevê binpê dike. Evîn got: “Li gorî wan qanûnan, nabe zarok di bin temenê 18 saliyê de neçarî, yan jî dildarî di hêzên niştîmanî de werin leşkerkirin. An jî di pratîkê de tev li şer bikin.”

DAGIRKER XIZANTIYA GELÊ SÛRIYÊ BIKAR TÎNE Û ZAROKÊN WAN TEV LI ŞERAN DIKE

Malpera Al-Monitor a Amerîkî, di rapora xwe de eşker kirk u Tirkiyê zarokên Sûriyê leşker dike û di nav komên çeteyên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê de dişîne Lîbyayê ji bo ku desteka çekdarên hikumeta Wîfaq bike. Tirkiyê bi rêya pereyan û hinek avantajan wan dixapîne.

Li gorî ku çavkaniyên herêmî û şahidan di raporê de ragihandine, serçeteyên Sûriyê li herêmên bakurê Helebê ku Tirkiyê dagir kirine, zarokên ku temenên wan di navbera 15 û 16 saliyê de li bermaberî 3 hezar dolaran dikin leşker. Li ser bikaranîna çekan di cihên taybet bi zarokan de perwerde dikin.

Evîn di vê çarçoveyê de got: “Artêşa Tirk a dagirker xizantiya gelê Sûriyê bikar tîne da ku wan bişîne Lîbyayê. Tirkiye bi vê yekê li şûna wan penaberan biparêze jiyana wan dixe xeteriyê. Binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê, leşkerkirina zarokan û xistina jiyana wan di xeteriyê de digihêjin asta sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirina etnîkî. Divê di vî warî de xebatên hevpar bên kirin da ku ew sûcdar di dadgeha navdewletî de ji ber wan sûcan werin darizandin.”

JI BO RAWESTANDINA LEŞKERKIRINA ZAROKÊN SÛRIYÊ DIVÊ UNICEF FIŞARÊ BIKE

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma bang li UNICEF û rêxistina efû ya navdewletî kir ku bikaranîna Tirkiyê zarokên Sûriyê û leşkerkirina wan şermezar bikin û fişarê li Tirkiyê bikin ji bo ku leşkerkirina zarokên Sûriyê rawestîne.

Diyardeya leşkerkirina zarokan di nava çeteyên dagirkeriya Tirk û DAIŞ`ê de di aloziya Sûriyê de belav bû. Çeteyên DAIŞ`ê bi dehan zarok şandin ji bo ku bûyerên xwekujî li dijî hêzên rêveberiya hikumeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk pêk bînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din