Îro di 20’emîn salvegera damezrandina KNK’ê de însiyatîfa KNK-şaxê Rojava li Hola Zana ya bajarê Qamişlo civînek ji 28 partiyên siyasî yên ku banga însiyatîfa KNK-şaxê Rojava bersivandine lidar xist.
Destpêka civînê de reşnivîsek siyasî ji aliyê endamên KNK`ê vê hate belavkirin. Tê payîn ku têkildarî reşnivîsa siyasî de nêrîn û pêşniyar di nava civînê de bên girtin û der barê xebatên yekitiya gelê Kurd nîqaş bênekirin.
Reşnivîsa civînê wê di konferansa KNK`ê ku di demên pêş de bêlidarxistin were erêkirin.
Civîn ji dezgehên ragahandinê re girti pêk tê.
Tê payîn ku di dawiya civînê de ji dezgehên çapemeniyê re daxuyaniyek bê dayîn.
(mk)
ANHA