KNK: Em hêvîdar in Çarşema Sor bibe bingeha aştiyek mayînde

KNK'ê Çarşema Sor li civaka Kurd a Êzidî û li tevahî gelê Kurdistanê pîroz kir û got, “Hêviya me ew e ku cejn li gorî wateya xwe, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandorê bike û bibe bingeha aştiyek mayînde.”

KNK'ê di daxuyaniyê de got, ''Sibe çarşem e, Çarşema Sor, Çarşema serê Nîsanê ye, Cejna Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor ya civaka Êzidî, xwedî wateyek dînî û dîrokî ye. Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, cejna Çarşema Sor li civaka Kurd a Êzidî, li tevahiya gelê Kurd û tevahiya gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz dike.

Hêviya me ew e ku cejn, li gorî wateya xwe, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan.''

KNK'ê di daxuyaniyê de bal kişande ser peymana di navbeyna PDK'ê û Bexdayê de ya dijî Şengalê û wiha got: ''

Em niha cejna Çarşema Sor pêşwazî dikin. Li Şingal, Efrîn û Serêkanîyê, êrîş û xeterî li ser bawermendên Êzidî berdewam in. Rewşa Şingalê hê jî bi temamî zelal nebûye. Pirsgirêka Şingalê hingî diçe kûrtir dibe. Bê ku ji xelkê Şingalê bipirsin, li ser mesela Şingalê, di navbera Hevlêr û Bexdayê de peymanek hate çêkirin. Nûnerên xelkê Şingalê, peymana ku di navbera hikumetên Hewlêr û Bexdayê de li ser Şingalê hatî çêkirin, napejirînin û bertekan nîşan didin. Ev jî heqê wana ye. Pirs li wan nehatiye kirin û îradeya wan hatiye binpêkirin. Şingal bi pêkhateyên xwe ve herêmeke xwedî teybetmendiyên cuda ye. Piraniya şêniyên wê Kurdên Êzidî ne û Şingal parçeyeke ji axa Kurdistanê ye. Ji ber vê teybetmendîyê jî, serê sedan salan e bûye hedef. Herî dawî jî, wehşeta ji alê DAIŞ`ê ve li Şingalê hatî kirin, birînên kûr li laşê Şingaliyan vekirine. Divê Şingal, rewşa xelkê Şingalê û pirsgirêkên Şingalê, bi awayeke teybet were dîtin û çareserî jêre bêne dîtin. Divê îradeya xelkê Şingalê, esas bê girtin. Ji bo parastina civaka Êzidî, pêwîste hemî hêz û gelê me hişyarbin û xwedî li gelê me yê Êzidî derkevin.''

Bi berdewamî peyama KNK'ê ya ji bo Çarşema Sor wiha ye:

''Gelê Kurd, tevahî gelên li Kurdistanê, xwedî kîjan baweriyê bin bila bibin, divê bi berpirsiyarî tev bigerin. Divê li dijî dijminên hov û dagirker, di nava yekîtiyek dilsoz de haraket bikin. Li gel hev û ji bo jiyaneke bi rûmet ya paşerojan, li gorî nirx, wate û pîroziyên qedîm tev bigerin.

Bi azadî û bextewarî pîrozkirina cejnên me jî, bi serketina me ve girêdayî ye. Wateya Cejna Çarşema Sor jî, vê berpirsiyarî û baweriyê ji me dixwaze.

Bi vê hêvî û daxwazê, em KNK, cejna Çarşema Sor li civaka Kurd a Êzidî, li hemû gelê Kurd û tevahiya gelên li herêmê pîroz dikin.''

(cx)


Mijarên Din