KNK’ê li dijî dagirkeriya Tirk banga hişyariyê kir

KNK’ê bi daxuyaniyekê îşaret pê kir ku dewleta Tirk berê xwe daye Başûrê Kurdistanê û hewl dide herêmê dagir bike û bang li rêveberiya Başûr û gelê Kurd kir li hember hewldanên dewleta Tirk a dagirker hişyar bin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. KNK'ê diyar kir ku dewleta Tirk niha jî bi stratejiyeke nû berê xwe daye Başûrê Kurdistanê û hişyarî da.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

"Dewleta Tirkiyê jixwe Bakurê Kurdistanê dagir û îlhaq kiriye. Niha di nav kar de ye ku baskê dagirkeriya xwe li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî fireh bike.

Ewil bi binkeyên cuda yên leşkerî li Başûrê Kurdistanê nuqteyên kontrolê çêkirin. Paşê destdirêjî li yekparetiya Rojavayê Kurdistanê kir. Bi armanca qetilkirina cografyaya Rojavayê Kurdistanê ji Deryaya Spî, ji Cerablus û Ezazê pê ve heta Efrînê parçeyekî mezin ê Rojavayê Kurdistanê dagir kir û bi hêzeke mezin a leşkerî û sivîl xwe binecih dike.

Hem wan stasyonên xwe yên leşkerî û istixbarî pêkve girê dide hem jî meydanên nû yên Başûrê Kurdistanê dagir dike û dixwaze li van cihan xwe deveran bike. Bi vê hemleya dagirkeriya nû ya li ser başûr jî dixwaze cografyaya yêkpare ya qismekî rojhilat, bakur û başûrê Kurdistanê ji hev qet bike û xwe li Bradosta û Xakurkê mayînde bike. Ev êrîşa wan ya li ser van navçeyan wekî xencerekê ye di dilê Kurdistanê de ku navçeyên rojhilat, başûr û bakurê Kurdistanê ji hev veqetînin. Êrîşên li ser herêma Xakurkê ne tinê dijê Hêzên Gerîla ne, dijê hemî Kurdan e, dagirkeriya Kurdistanê ye. Divê ev rastî bê zanîn û herkes her hêz li gorî vê rastiyê tev bigere.

Hêzên gerîla û xelkê van navçeyan dijî vê dagirkeriya bê perwa ya dewleta Tirkiyê berxwedaneke xurt nîşan didin û rê nadin ku pêşve biçin.

Li aliyê din, dûrî ihtîmalê nîn e ku dewleta Tirkiyê ji Cizîrê jî ber bi Dêrika rojavayê Kurdistanê ve dest bi dagirkeriyê bike û digel Efrînê ji sê aliyan ve temamê Kurdistanê hilgire binê zeptûreptê. Niyeta dewleta Tirkiyê hindî hûn bêjin xirab e û dagirkeriyeke berfireh ya Kurdistanê daye ber xwe û gav bi gav pêk tîne. Ev e gelek eşkere ye ku ji bo temamê Kurdistanê tehlîkeyeke mezin e û bi manaya têkbirinê pêkve sotina Kurdistanê ye. Heke hat û dewleta Tirkiyê di vê operasyona xwe de serketî bû, Kurd div bêyî dudilî qebûl bikin ku dewleta Tirkiyê wê bixwaze senaryoya xwe ya qiyameta Kurda bide tetbîq kirin. Ji van êrîşên dewleta Tirkiyê, ev encame eşkere tê dîtin.

Hingê divê çi bê kirin? Ev e jî zelal e: Divê her bi çi rengî be rê li ber van plan û projeyên dewleta Tirkiyê yên dagirkeriya seranserî bê birîn. Ev e jî tek û tinê bi hevgirtina neteweyî û niştimanî mumkun dibe. Beramberî van kiryarên dijminan, acîliyeta îro ya Kurdistanê bilindkirina hişyardariya yêkbûna neteweyî ye.

Bêdengiya hundir û derve me têxe nava fikaran û metirsiyê. Mixabin heta niha jî di serî de Hukumeta Herêma Kurdistanê û hêzên başûrê Kurdistanê bi piranî bêdeng in. Ev bê dengî cesaretê dide dagirkeran, dilê dostan dişikîne û gelê me xemgîn dike.

KNK gelek bi girîngî dixwaze bala hemû dînamîkên neteweyî û niştîmanî bikêşe ku dijî vê konsepta nû ya dewleta Tirkiyê di dereceya herî bilind de hazir û amade bin û bi pozisyoneke hevgirtî ya neteweyî van êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirkiyê bidine rawestandin.

Ev erkekî bilind ê neteweyî û niştîmanî ye û divê îro bê kirin, sibehî dereng e!"


Mijarên Din