KNK û MSD`ê: Rola KNK’ê gelek girîng e

Hevseroka MSD’ê Emîna Omar diyar kir ku di pêvajoya nû de rola KNK’ê gelek girîng e. Her wiha  endama KNK’ê Derya Remedan jî destnîşan kir ku li dijî hemû astengiyan, xebatên yekitiyê we berdewam bikin.

20’emîn salvegera KNK’ê de li bajarê Qamişlo li Hola Zana bi şahiyekê hate pîrozkirin.  di pîrozbahiyê de hevseroka MSD’ê Emîna Omar û endama KNK’ê Derya Remedan ji ajansa me re axivin.

Hevseroka Meclisa Sûriyê Demokratîk  Emîna Omar 20’emîn salvegera KNK’ê pîroz kir û got: “Yekrêziya hemû pêkhateyên Kurdistanê dikare li hemberî êrîşan bisekine. Êrîşên gelek mezin li ser axa Kurdistanê têne kirin û herêm Kurdistanê di bin dagirkeriyê de ne. Gefên dijwar li ser herêmê me hene. Dive helwesta me li dijî wan planan yek bin da ku dagirkeran vala derbixin. Êdî dema çareser kirina nakokiyên partiyên siyasî ne. Bi van rêbazan em ê karibin pirsgireka gelê Kurd û hemû gelên din çareser bikin.”

Emîne Omar anî ziman ku doza gelê Kurd bûye dozek navnetewî û rojane nîqaş li ser tên kirin û wiha berdewam kir: “Divê van derfet û firsatan em bibînin. Li gorî  keda ku hatiye dayîn û deskeftiyên hemû gelan em xwedî lê derbikevin. Em di pêvajoyek gelek girîng de dimeşin. Di vê pêvajoyê de ji bo pirsgireka Kurd divê çareseriyeke were peydakirin. Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoyek nû de derbas dibe. Pêvajoyek gelek zehmet me derbas kir. Di vê qonaxa nû de gelek zehmetî hin jî  li pêşiya me hene. Ji bo parastina deskeftiyan divê hin zêdetir têkoşîna xwe em xûrt bikin.”

Emîne Omar tekildarî yekitiya gelê Kurd de bang kir ku êdî berjewendiyên kesayetî berdin û ji bo xwe gelê xwe yekitiyê ava bikin.

‘Têkildarî yekitiyê xebatên me her berdewam in’

Endama KNK’ê Derya Remedan jî  20’emîn salvegera KNK’ê li hemû gelê Kurdistanê pîroz kir û diyar kir ku însiyatîfa KNK-şaxê Rojava ji bo yekitiya gelê Kurd gelek hewildan kirin û got: “Dewleta Tirk a dagirker her yekitiya gelê Kurd û Kurdistanê hedef girt û digire. Li ser vî esasî û bi armanca avakirina yekrêziya gelê Kurd li Rojavaye Kurdistanê, însiyatîf hate avakirin. Gelek partiyên siyasî tevlî vê însiyatîfê bûn lê hin partî dev ji berjewendiyên xwe bernadin. Xebatên me têkildarî yekitiyê her wê berdewam bike. Em hêvî dikin ku gelê me û  partî bi me re alikar bin da ku demek nêz de yekitiyêk ava bikin.”

Derya Remedan destnîşan kir ku daxwaz û heviyên gelê Kurd ji bo yekitiya gelê Kurd gelek xurt e û got: “Divê li pêşiya wan daxwazan tu partiyên siyasî nesikinin. Em hêvî dikin ku hemû partiyên siyasî berjewendiyên kesayetî deynîn aliyekî û em hemû bi hevre mil bi mil lêvegerek Kurdî  ava Bikin.”

ANHA


Mijarên Din