KNK- Rojava komploya 15‘ê Sibatê şermezar kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê - Şaxê Rojava bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê - Şaxê Rojava (KNK- Rojava) bi wesîleya salvegera 21‘an komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand.

KNK-Rojava di daxuyaniya xwe de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: " Ji her kesî re diyar e ku rejîma Tirkiyê heya niha tu pêngav ji bo çareseriya demokrasiyane ya doza Kurd neavêtiye. Lewra, ji bo doza me ya dadmend bêyî yekîtî û têkoşîna hevpar, bidestxistina destkeftiyên gelê Kurd wê neyên parastin, ev yek wê bi yekîtiya neteweyî pêk were. Pêwîstî bi wê heye ku rewşa heyî ya parçebûyî teqez ji holê bê rakirin û ji bo yekîtiya neteweyî li hev kom bibin.

Bêguman, Ji bo Rêber Apo hest û hêrsa gelê me ya li hember rewşa wî gihiştiye asteke pir bilind. Pêwîst e civaka navneteweyî li hember vê bi erka yasayî, sincî û mirovî rabin. Em bawer in girtîgeh ji bo rêber Ocalan ne bû girtîgehekî astengdar, bûye dibistana tekoşînê ya herî mezin di cîhanê de. Mirov niha dibîne ku yek ji kesayetên herî giring û bi bandorên Rojhilata Navîn Rêber Ocalan e."

ANHA


Mijarên Din