KNK`ê wê ji bo nêzîk kirina partiyê siyasî xebatê xwe bidomîne

Însiyatîfa KNK-Rojava di dawiya civîna bi 28 partiyên siyasî re, biryar da ku wê bi ENKS, Pêşverû û bi Partiya Yekitiya Kurdistanî re bicivin.

Îro di 20’emîn salvegera damezrandina KNK’ê de, însiyatîfa KNK-Rojava li Hola Zana ya bajarê Qamişlo civînek ji 28 partiyên siyasî yên ku banga însiyatîfa KNK-Rojava bersivandine lidar xist. 

Civîn ji dezgehên çepemeniyê re girtî pêk hat. Piştî dawîbûna civînê endamên KNK-Rojava Derya Remedan û Dilawer Zengî biryarên civînê ji dezgehên çapemeniyê re ragihandin. 

Endamên KNK`ê gotin Komîteya Têkiliyan a KNK’ê wê kar û xebatên xwe berdewam bike û bi Partiya Yekitiya Kurdistanî, Partiya Pêşverû û ENKS`ê re bicivin.

Endamên KNK`ê dane zanîn ku 28 partiyên ku banga KNK-şaxê Rojava bersivandin, wê reşnivîsa siyasî ji wan re were pêkêşkirin û ew partî wê vê reşnivîsê di nava endamên partiyên xwe de nîqaş bikin û danûstandin li ser çê bibe.

Her wiha endamên KNK`ê anîn ziman ku hefteya pêşiya wa ev partî wê nêrîn û pêşniyarên xwe bînin civînê û li ser reşnivîsa siyasî lihev bikin.

Hefteya pêşiya me tê payîn ku civîna KNK-şaxê Rojava bi tevlîbûna 28 partiyan were lidarxistin.

(mk)

ANHA


Mijarên Din