​​​​​​​Kîno Gabrîel: Tevî bangên navneteweyî jî dewleta Tirk binpêkirina agirbestê didomîne

Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û diyar kir ku ne dûr e ku dewleta Tirk a dagirker êrişeke nû li ser herêmê ruxmî tevahî peyman û garantiyan pêk bîne.

Dewleta Tirk a dagirker ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve bi hewldana berfirehkirina dagirkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişan pêk tîne, bi wê re sûc li dijî gelên herêmê pêk anîn, bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Her wiha hê jî êrişên leşkerî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel ji ANHA’yê re daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe li herêma Eyn Îsa û hin herêmên dîtir ên dagirkirî xurt dike û agirbestê tevî bangên navneteweyî ya pêwîstiya rawestandina êrişên leşkerî bi temamî li gel berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê ku gefan li tevahî mirovahiyê dixwe, binpê dike.

Gabrîel wiha axivî: "Dewleta Tirk êriş û sûcên xwe zêde kirin, ew jî dihêle ku her tim ji êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê re amade û hişyar bin, bi taybet di vê merheleyê de ku dewleta Tirk gef û îdiayên xwe berdewam dike ku QSD peymana di Cotmeha 2019’an hatiye îmzekirin, binpê dike. Ew jî bihaneyek e ku êrişên xwe yên leşkerî yên nû û pêkanîna sûcên li herêmê temam bike."

Girêdayî mijara civîna Astanayê ya dawîn a der barê berdewamkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kîno Gabrîel wiha domand: "Tu axaftinên diyar li ser vê mijarê tune ne, ji ber ku daxuyaniyek ji civîna Astanayê ya dawîn derket ku diyar bû li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser e. Her wiha texmîn nakim pêkan be ev civîn bi tiştên li herêmê di vê demê de pêk tên û berê jî beriya vê civînê pêk hatine, bên girêdan."

Gabrîel diyar kir ku koordîne û xebateke hevbeş di navbera QSD’ê û hêzên peymanên di Cotmeha 2019’an de bi Tirkiyê îmze kirine re, heye ku divê êrişên leşkerî rawestin û agirbest hebe û wiha destnîşan kir: "Ev hêz, hêzên Koalîsyona Navdewletî ne, di serî de jî DYA û Rûsya ne."

Der barê hedefên QSD’ê ji koordîne û pêwendiya bi van hêzên Koalîsyona Navdewletî re Gabrîel wiha axivî: "Em hewl didin bi şêweyekî hevbeş bi van hêzan re tevahî bûyer û sûcên li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, belge bikin. Her wiha sînorekî ji hemû hewldanên leşkerî yên nû ku dewleta Tirk hewl dide li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, deynin."

Têkildarî bangên navneteweyî ya pêwîstiya agirbestê li ser asta cîhanê û gefên êrişên leşkerî li gel berbelavbûna lezfîn a pandemiya Koronavîrusê re, Kîno Gabrîel wiha axivî: "Me wek QSD ragihand ku li gorî van pêngavan tev digerin, lê belê dewleta Tirk hê jî di pêkanîna sûcan bi rêya topbaran û bombebarankirina bi rêya firokeyên bêpîlot û hwd berdewam e."

Kîno Gabrîel di dawiyê de got êrişên dewleta Tirk û gefên wê têkildarî êrişeke leşkerî ya nû dê bi xwe re binkeftina kedên cîhanê yên pêşîlêgirtina Koronavîrusê bîne û wiha bi dawî kir: "Ev êriş û gefên Tirkiyê ewlehî û aramiya herêmê bi giştî, ji ber muhtemel e koçberî bi êrişên leşkerî re çêbin, xetereyekê li ser kedên cîhanê yên pêşîlêgirtina pandemiya Koronavîrusê çêdikin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din