Kîno Gabriyel: Tu lihevkirin li ser Til Temirê çênebûne û êriş berdewam in

Kîno Gabriyel nûçeyên lihevkirina di navbera wan de û Rûsya û Tirkiyê yên derbarê navçeya Til Temirê û rêya navdewletî de derewandin. Garbriyel destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî gundewarê Til Temirê didomînin.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîyel daxuyaniyek li ser Malpera Fermî ya QSD‘ê weşand,  nûçeyên têkildarî lihevkirina di navbera hêzên wan de û Rûsya û Tirkiyê yên girêdayî radestkirina navçeya Til Temirê û rêya giştî ji Polîsên Rûsyayê û Rejîma Sûriyê re derewand.

Daxuyanî wiha bû:

"Hinek dazgehên çapemeniyê duh (16-11-2019) nûçeyek bi navê lihevkirina di navbera Rûsya, Tirkiyê û Hêzên Sûriye Demokratîk de girêdayî bajarê Til Temirê, agirbestê li wê xetê û radestkirina rêya navdewletî ji polîsa leşkerî ya rûsî û hêzên hikumeta Sûriyê re belav kirin.

Wek Hêzên Sûriye Demokratîk em diyar dikin ku ev nûçe ne rast e. Her wiha ji raya giştî re teqez dikin ku artêşa Tirk a dagirker û komên alîgirên wê hîna bi dijwarî êrişî gundên bajarê Til Temirê dikin û heta vê kêliyê agirbestê binpê dikin."

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din