Kîno Gebriyel: Raporên Lavrov dîtine ne tekûz in

Kîno Gebriyel got: "Raporên girêdayî serbestberdana girtiyên DAIŞ`ê ku  Lavrov dîtine ne tekûz in. " Gebriyel diyar kir ku nêrîn û agahiyan bi tevahiya dewletên têkildarî vê dosyayê di nav de Rûsya re parve dikin.

Berdevkê fermi yê Hêzên Sûriya Demokratîk bersîva daxuyaniya wezîrê derve yê Rûsyayê girêdayî serbestberdana girtiyên DAIŞ`ê da û got:

“Birêz Sergey Lavrov wezîrê derve yê Rûsyayê îro metirsiyên xwe girêdayî agahiyên serbestberdana girtiyên DAIŞ`ê yên li cem Hêzên Sûriye Demokratîk rave kirin.

Wek Hêzên Sûriya Demokratîk em teqez dikin ku raporên gihaştine ber destê birêz Lavrov ne tekûz in. Têkiliyên me bi tevahiya dewletên têkildarî vê dosyayê re hene di nav de Rûsya. Em nêrîn û agahiyan bi wan re parve dikin. Qeydên tevahiya girtiyên DAIŞ`ê li cem me hene.

Tevî êrişa Tirkiyê li dijî herêmên me û xeteriya wê li ser navendên ku girtiyên DAIŞ`ê tê de girtîne û ruxmî ku dewleta Tirk binpêkirin û êrişên xwe didomîne, em heta niha wan navendan diparêzin.

Girêdayî sûcdarên sûrî, Rêveberiya Xweser li gorî qanûnên derbasdar dide û distîne. Têne darizandin û her kesê ku cezaya wî diqede serbest tê berdan. Dadgehên herêmî di vî warî de xwedî biryar e.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din