Koalisyona Erebî destwerdan kir û 2 balafirên bêpêlot anîn xwarê

Hêzên Koalisyona Erebî li  Yemenê ragihand ku wan 2 balafirên bêpîlot li başûr rojavayê Siûdiyê yên komên Ensarallah Hûsî anîn xwarê, her wiha Hûsiyan teqez kirin ku hedefa ku rast bû.

Berdevkê fermî bi navê Hêzên Koalisyona Erebî bi serkêşiya Siûdiyê li Yemenê diyar kir ku hêzên Koalisyonê îro sibehê destwerdanê kir û 2 balafirên bêpîlot ên Hêzên Hûsiyan li parêzgeha Omran ber bi Meşîd li Siûdiyê anîn xwarê.

Fermandar Tirkî Malkî da zanîn ku hemû hewldanên Hûsiyan ên avêtina balafirên bêpîlot çarnûsa wê binketin e, her wiha diyar kir ku Koalisyon hemû tedbîran ji bo parastina sivîlan ji van balafiran digre.

Li aliyekî din, tora El-Mesîra ya çapemeniyê berdevka Ensarllah a Hûsî li ser zimanê berdevkê fermî Yehya Serî ragihand ku wan bi balafiran baregeha El-Melik Xalid a asmanî li Esîr kirin hedefa xwe, di çalakiya yekemîn de sîstema danûstandinan a leşkerî hate hedefgirtin û çalakiya din stasyonên mazotê li baregehê hatin hedef girtin û armanc rast e rast pêk hat.

Her wiha NY`ê duh roja çarşemê ragihand ku ji ber pereyan, ew ê çend bernameyên mirovahî neçar bimîne li Yemenê rawestîne.

Berbirsa kar û barê mirovî li Yemenê Liz Grande di daxuyaniyekê de wiha got: "Tenê 3 bername ji eslê 34 bernameyên mirovî ya NY`ê alîkar hate kirin, lê gelek ji wan neçar man di hefteyên dawîn de bigirin.”

Her wiha got eger alîkarî (pere) neyê kirin, dê 22 bernameyên ku alîkariya sivîlan bike, bê girtin.

(jo)


Mijarên Din