Koalisyona Navnetewî û Meclisa Kantona Qamişlo  civiyan

Meclisa Kantona Qamişlo û şandeyeke ji Koalisyona Navnetewî civiyan. Di civînê de pêşketinên xizmetguzeriyê yên dawî li kantona Qamişlo, çawaniya peydakirina makanîzmeya hevkariyê di navbera herdu aliyan de û pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst,  lêkolîn kirin.

Di demên dawî de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî, kantona Qamişlo û navçeyên wê, rastî şewatan hatin. Wan şewatan bi hezaran hektar ji zeviyên çandiniyê yên şêniyên herêmê şewitand. Di vê çarçoveyê şandeyek ji beşa karê sivîl di Koalisyona Navnetewî de serdana navenda xwe ya li bajêr kir, da ku rewşa xizmetguzeriyê û aborî lêkolîn bike.

Di şandeya Koalisyona Navnetewî de, berpirsê  hêzên Emerîka û fermandarê tîmên karûbarê sivîl Carl û berpirsa koma START a pêşkêşkirina destekdayîn, alîkariyên locistî ya wezareta karê derve ya Emerîka Amy Smith û berpirsên beşa Ragihandina hêzên Emerîka Mac Olf û Nick Salaf, amade bûn.

Şande ji aliyê hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Evram Îshaq û Perwîn Yûsif, cîgirên wan Silêman Xelîl û Sofiya El-Keûd, şêwermendê hevserokatiyê Mazlûm Yûsif û Terfa El-Ehmed û berpirsên di Komîteya Aborî, komîteya Şaredariyan û karûbarê civakî ve,  hat pêşwazîkirin.

Her du aliyan di serdanê de bûyerên ku di demên dawî de ji pêla lehiyan û şewata ku derktiye lêkolîn kirin. Perwîn Yûsif behsa kêmbûna derfetên wan ji alavên endezyariyê û erebeyên agirkujiyê kir.

Perwîn Yûsif behsa şewata ku li kantona Qamişlo pêk hat, kir û da xuyakirin ku ew ne rûdaneke xwazayî ye. Perwîn got: “Ev bûyer hemû bi zanebûn hatin kirin. Hemû şewatên pêk tên, ji aliyê şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ`ê ve pêk tên. Ev yek jî ji rêyên stratîjîk ên nû ku çete pêk tînin, in. Armanc jê gefxwarin in û şerê li dijî aboriya herêmê ye.”

‘Girîng e hevkarî di navbera Meclisa Kantonê û Koalisyona Navnetewî de hebe’

Berpirsê hêzên Emerîka û berpirsa koma Start a pêşkêşkirina alîkariyê tekez kirin ku haya wan ji pêkanînên ku çeteyên DAIŞ`ê dike, hene. Berpirsan bal kişandin ser girîngiya hevkariya di navbera her du aliyan de. Dê ji bo jimareyên rast derbarê şewata ku bi zeviyan ketin, her wiha pêwîstiya herêmê bi alavên endezyariyê û alavên agirkujiyê, were amedekirin. Da ku pêşkêşî rêxistinan û aliyên peywendîdar bikin, ku alîkariyê pêşkêş bikin.

Piştî civînê, şandeyê li nav komîteyên meclisa kantona Qamişlo geriya û paşê berê xwe da gelek cihên ku şewat lê derketin e. Şandeya Koalisyonê soz da ku ew ê serdanên wiha di pêşerojê bike da ku aliyê xizmetguzeriyê hîna bêhitir lêkolîn bikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din