Koalîsyonê pêşdeçûn li Seîdeyê ragihang û Hûsiyan êrîşî Hecayê kir

Eniyên şer ên Yemenê rastî şerên dijwar hatin. Hêzên artêşa Yemenê bi piştevaniya koalîsyonê ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî li parêzgeha Seîde ya berîkên komên Ensarullah El-Hûsî pêşdeçûna xwe ragihand. Lê hêzên Hûsî jî raber kir ku li parêzgeha Hecayê êrîşên wan şikandine û di encamê de ziyan gihaşt hêzên Erebistana Siûdî û Sûdanê.

Malpera fermî ya artêşa Yemenê ya bi piştgiriya Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî da zanîn ku hêzên wan Tebe El-Beydaa û El-Tebab El-Sod ên midûriyeta Baqem a bakurê parêzgeha Seîde piştî şerê dijwar bi milîsên hûsiyan re, rizgar kirin.

Hêzên artêşê di dirêjahiya şer de rêya navdewletî ya Baqem birî. Bi saya vê rêyê jî alîkariyên leşkerî û lojîstîk werdigirtin. Di encamê de windahiyên madî û leşkerî di refên hûsiyan de çêbûn. Vê jî hişt ku endamên milîsên hûsiyan birevin û paşde vegerin.

Li aliyekî dîtir jî komên Ensarullah El-Hûsî roja şemiyê ragihand ku kuştî û bi dehan birîndarên artêşa Erebistana Siûdî û Sûdanê di têkbirina êrîşa li parêzgeha Hecayê ya bakurê rojavayê Yemenê de hene.

Navenda çampemeniyê ya komên Ensarullah El-Hûsî li ser Twitterê li ser zimanê çavkaniyên leşkerî yên li Hecayê raber kir ku kom û hêzên alîgirên wan êrîşa artêşa Yemenê, hêzên Erebistana Siûdî û Sûdanê yên di Koalîsyona Erebî de ya ber bi çolistana Mîdî ya bakurê rojavayê Hecayê, têk bir.

Navenda çapemeniyê îşaret pê kir ku xweşandina bejahî ya bi piştevaniya balafirên koalîsyonê ji sê aliyên bakur, rojava û başûr ve bi dirêjahiya rûpîvana zêdetirî 40 km û ya ku şeva berê heta duh dest pê kiriye, pêk hat.

Li gorî navendê, Ensarullah El-Hûsî û hêzên alîgir, êrîşa xweşandina bejahî ya fireh bû sedema bi dehan kuştî û birîndaran. Her wiha hin ji wan dîl girtin, erebeyên leşkerî rûxandin û çekên wan jî desteser kirin.

Şer di navbera hêzên artêşê bi piştevaniya Koalîsyona Erebî ji aliyekî ve û komên Ensarullah bi piştevaniya Îranê li aliyekî dîtir, li gelek eniyên parêzgeha Seîdayê berdewam e.

(fr)


Mijarên Din