Koalîsyonê tekeziya piştevaniya însiyatîfên pêşniyarkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Daxuyaniya hevpar a gerînendê siyasî ya Koalîsyona Navdewletî ya Dijî DAIŞ’ê tekez kir divê Koalîsyon piştevaniya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû însiyatîfên wê bike. Li rexê jî tekezkirina beşdarbûna jinan a standina biryarên siyasî û peymanan de kir.

Buroya berdevka fermî ya Wezareta Karên Derve ya DYA’yê reşnivîseke çapemenî îro li ser malpera xwe ya fermî weşand ku tê de stratejiya Koalîsyona Navdewletî ya li Dijî DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê diyar kir û bal kişand ser aliyên leşkerî, ewlehî, lojistî û siyasî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet.

Reşnivîsa çapemniyê ya ku li ser malpera Buroya berdevka fermî ya Wezareta Karên Derve ya DYA’yê hatiye weşandin wiha ye:

Piştî têkbirina DAIŞ`ê ji aliyê  Koalîsyona Navedewletî: Nexşeyrêya Parîsê

Reşnivîsa çapemeniyê li ser hin armanc û encamên leşkerî yên li dijî DAIŞ’ê axivî wiha ne: "Rizgarkirina dawî ya herêmên ku di bin serweriy DAIŞ’ê Iraq û Sûriyê de di 23’ê Adara 2019’an de hate ragihandin. Ev ragihandina girîng piştî şerê li dijî terorê ya di encama şerê 4 salan ji xebatên leşkerî û sivîl a rizgarkirina Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji pênçê DAIŞ’ê de, hat. DAIŞ`ê di lûkteya bihêzbûna xwe de serweriya nêzî 110 hezar km çargoşe ji xakê kir. Her wiha hin bajarê sereke yên Iraqê û Sûriyê di bin serweriya wan de bû. Zêdetirî 40 hezar çeteyên terorî yên biyanî ber bi xwe ve kişandin û tev li xwe kirin. Bi wê re jî Koalîsyonê di wê der barê de hevalbendên xwe coşand ku nêzî 20 milyar dolar ji alîkariyên mirovî û alîkariyên ji nû ve arambûnê ya piştevaniya gelên Iraqê û Sûriyê kir. Li aliyekî din jî 210 hezar endamên ewlehî û polîsan da ku êş û aramiya gelên herêmê sivik bikin, perwerde û hazir kirin. Serkeftina mezin a ku bi dest ketiye li ser hesabê gelek qurbaniyan bû, bi deh hezaran ji hevalbendên li herêmên Sûriyê û Iraqê di şerê li dijî DAIŞ’ê de mirin û li rexê jî ne kêmtirî 46 endamên Koalîsyonê di wî şerî de jî jiyana xwe ji dest da.

Koalîsyonê hevalbendên xwe yên herêmî û hêzên me der barê lehengiya wan di piştevaniya Koalîsyonê de ya gihandina têkbirina DAIŞ’ê ya ku li ser ewlehiya navdewletî û aramiya Iraqê û Sûriyê pêwîstirîn e, pîroz kirin.

Koalîsyonê diyar kir ku têkbirina DAIŞ’ê li asta herêmî ne wateya tunekirina bi giştî yan jî bidawîkirina gefa terorîstê ava dike, ye.

Berdewamiya reşnivîsê wiha hat: "Rêxistina DAIŞ’ê bi rêya êrîşên terorî, ragihanda aktîvkirina xwe belav dike. Nermbûna xwe di veguherandinê de sepand. Her wiha hin êrîşên xwe yên kujer didomîne. Di vê derbarê de hin şaneyên xwe yên veşartî li herêmê çalak kirin û êrîşî hevalbendên me û şêniyên sivîl li Iraqê û Sûriyê kirin. Di dawiyê de jî êrîşên DAIŞ’ê li welatên Şam zêde bûn. Ev jî metirsiyeke, ji ber destkeftiyên leşkerî yên sereke û aramiya pêwîst dixe xeteriyê. Têkbirina herêmî çêbû, lê erka girîng a garantiya tunekirina DAIŞ’ê hê jî xebata wê berdewam e."

Her wiha di reşnivîsê de hat ku divê Koalîsyon di erka xwe ya tunekirina DAIŞ’ê û aramiya siyasî de di dema pêş de jî yekgirtî û bi israr be.

Divê li ser asta ku tê xwestin tev li nava xebata leşkerî bin da piştevaniya hikumeta Iraqê û hevalbendên herêmî yên li Sûriyê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê, bikin.

Di çarçoveya berdewamiya reşnivîsê de wiha hat: "Li Sûriyê, Koalîsyon li rex gelê Sûriyê ya piştevaniya veguhastina siyasî ya rastîn ya li ser bingeha biryara Meclisa Ewlehiya Navdewletî bi jimara 2254, disekine û ya ku armanc dike hikumeteke giştî ne etnîkî tê de nûnertiya tevahî sûriyan heye û alîgiriya yekirina Sûriyê û aştiya xaka wê dike, ava bike. Divê Koalîsyon li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya tevahî însiyatîfên bi armancên geşkirina hukma giştî û nûnertiya wê dike, bike. Ya herî girîngtirîn jî beşdarbûna jin di standina biryara siyasî û lihevkirinên li Iraq û Sûriyê de."

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê di dawiya reşnivîsa çapemeniyê de wiha tekez kir: "Ev xebata giştî pêwîst e da ku tunekirina temamî ya rêxistina DAIŞ’ê pêk bê. Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê forma giştî û pêkan a parastina vê armancê ye. Endamên 80’ê, komên xebata 4’an û her wiha jî nîqaşên siyasî û leşkerî û ji wê jî zêdetir pêkanîna Koalîsyon a avakirina pisporiya leşkerî û sivîl ji bo tunekirina terorîstê, kom bûn. Divê ev destkeftî bên parastin û di mehên pêş de di heyvên pêş de xebat û kedên sînordarkirina gefên şaxên DAIŞ’ê yên cîhanî û torên wê de, bên sepandin.”

(fr)


Mijarên Din