Koalîsyonê tevahî hêzên xwe ji baregeha Sirînê vekişandin

Hêzên Koalîsyona Navdewletî, koma dawîn ji leşkerên xwe yên di hundirê baregeha Sirînê de vekişand.

Çavkaniyeke leşkerî ji ajansa ANHA’yê re ragihand ku koma dawîn a hêzên Koalîsyona Navdewletî bi hejmara nêzî 50 leşkerî ji baregeha Sirînê ya li başûrê bajarê Kobanê ya Bakurê Sûriyê vekişî.

Çavakî diyar kir ku piştî hêzên Koalîsyona Navdewletî bi temamî ji baregehê vekişîn, 5 panzêrên Rûsyayê derbasî baregehê bûn.

Xebata vekişînê beriya çend rojan dest pê kir. Duh jî koma mezin ji leşker, erebe û alavên leşkerî yên li baregehê vekişîn.

Her wiha balafirên bar beşdarî xebata valakirinê bi alîkariya asîmanê ji balafirên şer û keşfê, bûn.

Ev vekişîn jî li gorî daxuyaniyên rayedarên DYA’yê ku serkêşiya Koalîsyonê dike, ew e ku ji nû ve belavkirina hêzên Koalîsyona Navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji ber ku ji nû ve belavbûneke nû li herêmên petrolê yên dewlemend ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.

(fr)

ANHA


Mijarên Din