Koalîsyona Erebî 2 firokeyên bêpîlot bê bandor kirin

Koalîsyona Erebî ya serkêşiya Erebistana Siûdiyê li Yemenê, bêbandorkirina 2 firokeyên bêpîlot ku koma Ensarulah El- Hûsî ber bi Erebistana Siûdiyê ve berdane, ragihand.

Berdevkê fermî yê Hêzên Koalîsyona Erebî ya bi Serkêşiya Erebistana Siûdiyê li Yemenê serbaz Tirkî El-Malikî wiha got: "Şeva berê di saet 10:37’an de Hêzên Parastina Esîmanî yên Koalîsyonê firokeyek bêpîlot ku teqemînî rakiribû ku milîsên Hûsî yên terorî ber bi herêma ku tê de sivîl hene li Abha berdabû, bê bandor kir." 

Li aliyekî din jî ragihand ku di saet 11:47’an de şeva berê Hêzên Parastina Esîmanî yên Koalîsyonê  dîsa firokeyeke bêpîlot ku milîsên Hûsî ber bi Erebistana Sidûiyê ve rê firandibû bê bandor kir.

Kanala El-Mesîra ya bi navê hûsiyan ragihand ku hêzên Hûsî êrîşên bênavber bi firokeyên bêpîlot li dijî balafirgeha Abha di hefteya borî de, pêk anîn. Her wiha êrîşeke din a di roja duşemê de pêk aniye hilgirt ser xwe, lê Koalîsyon misoger nekir.

(fr/kc)


Mijarên Din