Koalîsyona Erebî balafira Husiyan xistin xwarê

Berdevkê Hêzên Koalîsyona Erebî Tirkî El-Malkî, ku li Yemenê Erebistana Siûdiyê wê bi rêve dibe, roja çarşemê ragihand ku balafirek"Drun" ku hêzên Husiyan ew bi alî Erebistana Siûdiyê ve şandibû, xistin xwarê.

Tirkî El-Malikî ragihand ku hêzên koalîsyonê yên ezmanî balafira li ezmanê Yemenê, ku milîsên Husiyan ên terorîst ji bakurê Sena  ber bi Erebistana Siûdiyê ve şandibûn, xistin xwarê.

Herwiha Tirkî wiha domand: "Kiryarên sûcdariyê yên terorîstên Husî ku bi rêya şandina balafirên bêpîlot, da ku kiryarên dijminatiyê, sivîl û avahiyên sivîlan bike armanc pêk tîne, berdewam e. Lê armancên wan pêk nayên û balafir jî tên xistin û rûxandin."

Tê zanîn ku roja sêşemê koalîsyonê balafira"Drun" ku hêzên Husiyan ber bi herêma Xemîsmişêt, ku sivîl lê bi cih dibûn, şandibû xistin xwarê.

Têkildarî mijarê Ajansa Erebistana Siûdiyê"Was" ragihand ku berdevkê Hêzên Koalîsyonê got: "Hêzên parastina ezmanî balafira ku hêzên Husiyan ên terorîst ber bi herêma Xemîsmişêt ku sivîl lê bi cih dibûn şandibûn, xistin xwarê."

(eh)

 


Mijarên Din