Koalîsyona Erebî barghên Hûsiyan li başûrê Yemenê bombebaran kirin

Balafirên Koalîsyona Erebî êrîş birin ser bargehên milîsên Hûsî li bakurê rojavayê parêzgeha Dalia ya başûrê Yemenê.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku balafirên Koalîsyona Erebî bargehên milîsên Hûsî bombebaran kirin, di bombebaranê de hejmarek alavên leşkerî yên giran hatin rûxandin.

Çavkaniyên din jî gotin, di navbera Hûsiyan û qebîleyên Benî Xolî de ya li Mûdîriyeta Munebihê ya Parêzgeha Seadayê li bakurê Yemenê derketin. Şer piştî êrîşa ji nişkê ve ya hêzên Hûsiyan rû da ku di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Her wiha hate ragihandin, şer bi sedema ku Hûsiyan qebîleyên "Benî Xolî" neçar kirin ku  pere û zarokên xwe beşdarî refên Hûsiyan bikin, derket. Hate gotin, milîsên Hûsî bi armanca tirsîna qebîleyan ku li hemberî wan dernekevin êrîş birin ser wan.

 


Mijarên Din