Koalîsyona Erebî bersiva 12 êrişên li dijî Riyadê da

Îro Koalîsyona Erebî ya ku Erebistana Siûdî serkêşiya wê dike, ragihand ku 8 balafirên bêpîlot û 4 moşekên balîstîk ên ku Hûsiyan avêtin Riyadê, rûxandin.

Berdevkê Hêzên Koalîsyonê Tirkî El-Malikî di civîneke çapemeniyê de ragihand ku di kêmî 12 saetan de bersiva12 êrişên milîsên Hûsiyan dane.

Tirkî El-Malikî got: "Me bersiva 8 balafirên bêpîlot û 4 moşekên balîstîk da, ji wan yek a Îranê bû û Hûsiyan li dijî Riyadê avêtibû."

Tirkî El-Malikî destnîşan kir ku duh komên Hûsiyan moşekeke balîstîk ji bakurê parêzgeha Hedîda ya li rojavayê Yemenê avêt û ket nav deryayê, di encamê de sivîlên li hundir û derveyî Yemenê xistin xetereyê.

)eh)


Mijarên Din