Koalîsyona Erebî depoya firokeyên bêpîlot teqand

Koalîsyona Erebî ragihand ku depoyeke balafirên bêpîlot a Hûsiyan a li paytexta Yemenê Senayê teqand. 

Koalîsyona Erebî teqandina depoya firokeyên bêpîlot li paytexta Senayê ya li Yemenê ragihand û bang li sivîlan kir ku nêzî deverên armanckirî yên li Sena û nuqteyên leşkerî yên din nebin.

Têkildarî mijarê berdevkê Koalîsyona Erebî Tirkî El-Malikî duh ragihand ku hêzên parastina ezmanî ya Erebistana Siûdî droneyeke Hûsiyan a li ezmanê Ebha yê Erebistana Siûdî xiste xwarê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku koalîsyonê roja şemiyê ragihand ku sîstema parastina ezmanî rûxandine.

El-Malikî anî ziman ku roja înê hêzên parastina ezmanî yên Erebistana Siûdî 5 firokeyên bêpîlot ku ji aliyê milîsên Hûsiyan ve ber bi balafirgeha Ebha ya navdewletî û parêzgeha Xemîs Mişêt ve hatibûn rêkirin, xistin xwarê.

(eh/kc)


Mijarên Din